Hunermendekî Kurd li Kanadayê miriye û bêkes e

15-08-2023
RÛDAW
Hunermendê Kurd Simko Terkî
Hunermendê Kurd Simko Terkî
Nîşan Simko Terkî Kanada
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev mehek û nîv e hunermendê Kurd Simko Terkî li Kanadayê miriye û bêkes e.

Hunermendê Kurd Simko Terkî berî mehek û nîvê li Kanadayê koça dawî kiriye.

Termê wî niha nexweşxaneyê ye û kes bi cenazeyê wî ve naçe.

Rêveberiya nexweşxaneyê got ku di nava hefteyekê de wî dernexin ew dê wî li goristana bêkesan veşêrin.

Ji bo cenazeyê Simko Terkî ji nexweşxaneyê were derxistin û bişînin Amedê pêwîstî bi nêzîkî 15 hezar dolarên Kanadî heye.

Simko xelkê Amedê bû, kemanjen û mamostayê muzîkê bû.

Komeleya Kurd a li Torontoyê û xanima bi navê Çîgdem Akin dixwazin vê xizmetê bikin.

Simko Terkî kî ye?

Hunermend Simko Têrkî,  bi navê eslî Mehmet Yeşildeniz e.

Hunermend Simko Têrkî li sala 1955 li navçeya Erxeniyê bajarê Amedê tê ji dayî bûye.

1980 piştî darbeya leşkerî ew jî wek pir kesan ji ber zilma Tirkiyeyê naçar dimîne derkeve derveyê welat. 

Ew di diçe Almanya. Çend sal li Almanya dimîne û piştre diçe Swedê û 5-6 salan li Swêd dijî.

Li Swêdê mafê rûniştine werdigire û  paşê diçe Hollandayê. Ji Hollandayê diçe Kanadayê û gelek salan li wir dijî.

Ji ber zehmetiyên xerîbiyê vedigere Herêma Kurdistanê li dibistanek dersa muzikê dide şagirdên xwe.

Piştê demekê dîsa vedigere Kanada û li wir wefat dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst