Joe Biden: Dagirkirina Xezeyê dê bibe xeletiyeke mezin

16-10-2023
RÛDAW
Nîşan Joe Biden Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amarîkayê Joe Biden têkildarî dagirkirina Xezeyê got, “Îsraîl dê xeletiyeke mezin bike.”

Joe Biden bû mêvanê bernameya “60 Minutes”ê ya kanala CBS Newsê û nirxandinên girîng kirin.

Serokê Amarîkayê Joe Biden li ser şerê Hemas û Îsraîlê anî ziman:

“Ez bi bawer im ku dê Îsraîl li gorî ‘qanûnên şer’ tevbigere. Divê gelê bêguneh ê Xezeyê bigihîje xwarin, av û dermanan.”

"Divê rêxistinên tundrew ji holê rake"

Joe Biden pirsa “Hûn piştgiriyê didin dagirkeriya Îsraîlê ya li Xezeyê?” wiha bersivand:

“Ez dibêjim ev dê bibe xeletiyeke mezin. Tiştên ku li Xezeyê diqewimin bi Hamasa tundrew ve girêdayî ne. Ew tişt nûnertiya hemû gelê Filistînî nakin.

Îsraîl bi dagirkirina Xezeyê dê xeletiyeke mezin bike lê divê rêxistinên tundrew ên wekî Hemas û Hizbulahê ji holê rake.”

Joe Biden destnîşan kir ku divê Hemas bi temamî ji holê were rakirin û anî ziman:

“Rêya çareseriya du dewletan bi dehan salan e siyaseta Amarîkayê ye.

Li kêleka Îsraîlê, dê ji bo 5 milyon Filistîniyan dewleteke serbixwe were avakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst