Bulent Arinç ji Hemasê re: Hêza te çi ye, tu çima vê dikî?

09-10-2023
RÛDAW
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê yê berê Bulent Arinç
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê yê berê Bulent Arinç
Nîşan Bulent Arinç Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo rawestandina şerê Hemas û Îsraîlê amadebûna xwe anî ziman.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasîma vekirina “Dêra Mor Efrem” a Xiristiyanên Ortodoksa li navçeya Yeşîlkoyê ya Stenbolê bû.

Serokkomarê Tirkiyeyê li ser şer û pevçûnên di navbera Hemas û artêşa Îsraîlê de nîgeraniya xwe anî ziman.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya merasîmê de anî ziman:

“Tirkiye ji bo di demeke kurt de şer bê rawestandin û alozî bên kêmkirin amade ye her tiştî bike.

Parastina çareseriya du dewletî gelekî girîng e.

Li gorî sînorên sala 1967an, damezrandina dewleteke serbixwe û yekgirtî ya Filistînê ku paytexta wê Quds be, merceke ku êdî nabe were paşxistin.”

Tevgera Hemasê ya Filistînî ne amade ye ku bi dewleta Îsraîlê re danûstandinê bike.

Xaleke ku cihê rexneya hinek aliyan e ku di wê baweriyê de ne divê pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê bi diyalogê were çareserkirin.

“Hûn xwarina xwe jî ji derve dibin”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê yê berê Bulent Arinç jî li ser wî şerî got:

“Îsmaîl Heniye be yan kesekî din, wek Misilmanekî kêfa me jê re tê lê hîn jî li ser wê yekê bi Îsraîlê re li hev nakin.

Ez her tim ji wan re dibêjim ku şaşî ew e, hêza te çi heye? Hûn xwarina xwe jî ji derve dibin.

Tu du mûşekên sexte diteqînî û ew jî dibêjin Hemasê êrişî me kir. Tu çima vê dikî?”

Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) ku partiyeke Sune ye û piraniya serkirdeyên wê Kurd in, çend roj in li çend bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya Hemasê xelkê dibe ser cadeyan.

Ev di demekê de ye ku ew partî li hemberî êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê bêdeng e.

“Ew tenê axa xwe naparêze”

Serokê Rêxistina HUDA-PARê ya bajarokê Tûşbayê Emre Aycan anî ziman:

“Ew tenê axa xwe naparêze, rûmet û namûsa welatên Îslamî jî diparêze.

Divê saziyên fermî û sivîl ên Misilmanan di warê serbazî, aborî û manewî de li eniya birayên me yên Misilman bin.”

Di şerê Hemas û Îsraîlê de ku roja şemiyê bi ketina Hemasê ya nav axa Îsraîlê dest pê kir, zêdetirî hezar kesî hatin kuştin û zêdetirî 5 hezar kesî jî birîndar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst