Biden li ser agirbesta Îsraîl û Hemasê daxuyaniyek belav kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Joe Biden Şandeya Amerîkayê Xeze Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku di encama dîplomasiya hevbeş a Misir û Qeterê de di navbera Îsraîl û Hemasê de li ser agirbestê û peymaneke dîlam lihevkirin çêbûye.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku di navbera Îsraîl û Hemasê de agirbestek pêk hatiye.

Biden di daxuyaniya xwe de got: "Îro di encama dîplomasiya hûr a ku Amerîka bi Misir û Qeterê re meşandiye de, Îsraîl û Hemas li ser agirbestek û lihevkirineke derbarê dîlan gihîştin lihevkirinekê."

Biden diyar kir ku ew bi xebera agirbestê kêfxweş bûne û bi vê lihevkirinê re "pevçûn" li Xezeyê dê bên rawestandin, dîl dê werin berdan û dê Filistînî bigihîjin alîkariyên mirovî yên ku pêwîstiya wan pê heye.

Biden got: "Ji bo bidawîkirina pevçûnan û destpêkirina avakirina aştî û ewlehiyê demeke dirêj pêwîst bû"

Her wiha Biden destnîşan kir ku ew bi taybetî ji ber ku dîl dê werin berdan gelekî dilxweş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst