Erd bi pileya 7.4 hejiya; metirsiya tsunamiyê heye

16-07-2023
RÛDAW
Nîşan Alaska Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha Jeolojiyê ya Amerîkayê ragihand ku erdhejeke bi pileya 7,4 îro Yekşemê li nîvgirava Alaskayê çêbû û hişyariya tsunamiyê da.

Sîstema Agahdarkirina Tsunamiyê ya Amerîkayê hişyariyê dide ku li başûrê Alaskayê û nîvgiravê metirsiya tsunamiya heye ku ji ber erdhejan pêlên deryayê bilind dibin û di nav bajaran de dibine lehî.

Li gorî Dezgeha Jeolojiyê ya Amerîkayê erdhej bi dema Alaskayê di demjimêr 06:48an de di kûrahiya 9,3 kîlometreyan de çêbûye.

Fermandariya Nîştimanî ya Keşûhewayê ya Amerîkayê jî piştî erdhejê hişyariya sor da. Her wiha Dezgeha Çavdêriya Volkanan a Alaskayê jî li ser volkaneke li eyaletê hişyarî da ku dûyeke mezin avêtiye.

Alaska li ser Xala Agir a Pasîfîkê ye ku bi berdawamî erdhej lê çêdibin.

Di sala 1964an de, erdhejeke bi hêza 9.2 li Alaskayê qewimî ku erdheja herî bihêz a heta niha li Amerîkaya Bakur hatiye tomarkirin e.

Erdhejê bajarê Anchorage wêran kiribû û li Kendava Alaska, peravên rojavayê Amerîkayê û Hawaiiyê tsunamî rakiribûn. Wê demê di tsunamî û erdhejê de 250 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst