Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden axaftina xwe ya xatirxwestinê kir.
Serokê Amerîkayê Joe Biden di axaftina xwe ya dawî de bal kişand ser serkeftinên xwe yên 4 salên desthilatê.
Lê dilgiraniyên xwe yên derbarê "oligarşiya nû" û "bilindbûna kompleksa teknolojî-pîşesaziyê" anîn zimên.
Biden beriya serokatiya wî ya ku 4 salan ajot biqede bi çend rojan axaftina xwe ya dawî li Qesra Spî kir û “agirbesta li Xezeyê” wekî karekî xwe nîşan da.
Serokê Amerîkayê got ku agirbest li gorî bernameya ku wî meha gulanê pêşniyar kiribû pêk hatiye û ev serkeftina tîma wî ye.
Biden diyar kir ku wan agahiyên pêwîst dane îdareya nû ya ku dê roja duşemê dest bi kar bike û beyî ku navê Trump bide amaje pê kir ku serkeftina agirbestê ne ya Donald Trump e, ya wî û tîma wî ye.
"Tîma min ev bername bi pêş xistiye"
Biden got, "Ev bernameyek e ku tîma min bi pêş xistiye û mizakere kiriye û dê bi giranî ji aliyê îdareya nû ve were pêkanîn.
Ji ber vê yekê min ji tîma xwe re got ku hemû hûrgiliyan bidin îdareya nû."
Joe Biden daxuyand ku tîma wî di 4 salên desthilata wî de di gelek warên wekî pandemiya Covid-19ê de bi xelkê û leşkeran re xebitiye û spasiya wan kir.
Li gorî Biden ku tîma wî ya li Qesra Spî di hemû waran de bi ser ketiye.
Biden diyar kir ku demokrasiya Amerîkayê li hundir tevî hemû zehmetiyan jî li ser pêyan e.
Wî got ku wan di 4 salan de 17 milyon derfetên kar afirandine û bi taybetî di teknolojiya bilind de gavên xurt avêtine.
Biden di warê siyaseta derve de jî bal kişand ser reqabeta global a bi Çînê re û piştgiriya ku wan li hemberî Rûsyayê daye Ukraynayê.
"Li Amerîkayê oligarşiyek pêk tê"
Biden got, "Me NATO xurt kir. Ukrayna hîn azad e û di reqabeta me ya bi Çînê re de em bi pêş ketine.
Me gelek tiştên din jî pêk anîn. Ez bi wan tiştên ku me bi hev re ji bo gelê Amerîkayê pêk anîn serbilind im.
Ez ji îdareya nû re serkeftinê dixwazim, ji ber ku ez dixwazim Amerîka bi ser bikeve."
Biden amaje bi hişyariya serokê berê yê Amerîkayê Dwight Eisenhower a derbarê "kompleksa leşkerî-pîşesaziyê" kir û got:
"Bi heman awayî ez ji ber îhtimala derketina komplekseke teknolojî-pîşesaziyê ya ku dikare ji bo welatê me bibe sedema metirsiyan dilgiran im.
Îro li Amerîkayê oligarşiyek pêk tê ku xwedî dewlemendî, hêz û bandoreke zêde ye."
"Divê di warê hişê çêkirî de Amerîka pêşeng be ne Çîn"
Biden diyar kir ku bipêşketinên di warê hişê çêkirî de rêya teknolojiya îro diyar dikin û got ku di vî warî de ew û Çîn di nav reqabeteke cidî de ne.
Biden got, “Hişê çêkirî dikare alîkariya me bike ku em ji bo nexweşiyên wekî penceşêrê çareseriyê bibînin.
Lê eger tedbîrên pêwîst neyên wergirtin, hişê çêkirî dikare bibe gef li ser mafên me, awayê jiyana me, taybetiyên me, awayê karkirina me û welatê me.
Divê em teqez bikin ku hişê çêkirî ji bo hemû mirovahiyê ewle û pêbawer be.
Divê di warê hişê çêkirî de Amerîka pêşeng be ne Çîn."
“Hûn jî baweriya xwe biparêzin”
Biden li dawiya axaftina xwe spasiya gelê Amerîkayê kir ku derfeta serokatiyê daye wî û pê de çû:
"Piştî 50 salên xizmeta giştî ez ji we re soz didim ku ez hîn jî bi wê fikrê bawer im ku welatê me temsîl dike.
Hûn jî baweriya xwe biparêzin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse