Joe Biden ji bo Îsraîl, Ukrayna û Taywanê paketa 95 milyar dolarî îmze kir

24-04-2024
RÛDAW
Nîşan Joe Biden Amerîka Ukrayna Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Joe Biden paketa alîkariyê ya 95 milyar dolarên Amerîkî îmze kir.

Li gorî paketa alîkariyê dê 61 milyar dolar alîkarî ji bo Ukraynayê û 26 milyar dolar alîkarî ji ji bo Îsraîlê û 8 milyar dolar jî ji bo Taywanê bên şandin.

Joe Biden li Koşka Spî ji rojnemegeran re eşkere kir ku paketa alîkariyê ji Encûmena Nûneran û Kongreyê derbas bûye û hat ser maseya wî û ew jî dê pesend bike.

Biden diyar kir ku dê di demeke nêzîk de ji bo Ukraynayê alîkariyê bişînîn.

Biden herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku Amerîka wekî hevpeymanên xwe bi hêz e û ew dê bi paketa alîkariyê ji hevpeymanên xwe yên wekî Ukrayna, Îsraîlê û Taywanê re alîkariyên girîng bişînin.

Biden amaje bi şandina alîkariya serbazî ji bo Ukraynayê jî kir û got:

“Îro piştî çend saetan em dê dest bi şandina hin çek û amûr, cebilxaneyên parastina hewayî û wesayîtên zirxî ji bo Ukraynayê bikin.”

Di berdewamiyê de Biden tekez kir ku bi derbasbûna vê paketê ew dê bilez alîkariyên leşkerî yên cidî ji Ukraynayê re bişînin.

Li gorî gotina Biden ev demeke dirêj e wan ji ber derbasnebûna paketa alîkariyê ya ji Encûmena Nûneran û Kongreyê wan nedikarî piştgiriya Ukraynayê bikin.

Alîkariya leşkerî ji bo Îsraîlê

Amerîka dê bi vê paketê 26 milyar dolar alîkariya leşkerî bide Îsraîlê.

Joe Biden paketa alîkariyê ya ji bo Îsraîlê jî wekî “Tel Avîv xwe li hemberî Tehranê diparêze” bi nav kir.

Biden li ser alîkariya ji bo Îsraîlê jî û anî ziman:

“10 roj berê Îranê bi zêdetirî 100 dron û mûşekan êrişî Îsraîlê kir.

Hîzbulahê, Hemasê û komên din ên girêdayî Îranê êrişî Îsraîlê kir.

Pabendiya min a ji bo ewlehiya Îsraîlê dê berdewam be.”

Di berdewamiyê de Biden da zanîn ku bi vê paketê alîkariyê dê embara çekên Îsraîlê yên ku kêm bûne tijî bibe û got:

“Ez dê her tim dupat bikim Îsraîl ji bo ku parastina xwe li hemberî Îranê û terorîstên ku piştgiriya wê dike, çi hewce bike ez dê bikim.”

Paketa alîkariyê li Encûmena Nûneran a Amerîkayê bi 311 dengên erê û 122 dengên na derbas bûbû.

Doh li Kongreya Amerîkayê jî paketa alîkariyê bi 78 dengên erê li hemberî 18 dengên na hatibû qebûlkirin.

Li gorî zanyariyan, bi qebûlbûna projeyasayê li Senatoyê dê 61 milyar dolar alîkarî ji Ukraynayê re, 26 milyar dolar alîkarî ji Îsraîlê re û 8 milyar dolar alîkarî jî ji bo ewlehiya herêma Hind-Pasîfîkê ji Taywanê re were xerckirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst