Kampanyaya Erdogan a li herêma erdhejê bandor li encamên dengdanê kir

26-05-2023
RÛDAW
Kampanyaya Erdogan a avedankirina herêma erdhejê bandor li encamên dengdanê kir
Kampanyaya Erdogan a avedankirina herêma erdhejê bandor li encamên dengdanê kir
Nîşan Mereş Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de aşkere bû piştevaniya dengderên li navçeyên erdhejê ji bo Hevpeymaniya Cumhur pir kêm nebûye, berbijêrê wê hevpeymaniyê bangeşeya xwe li wan navçeyan zêdetir kiriye.

Welatiyên li wê navçeyê dibêjin, tevî ku di dema erdhejê de weke pêwîst hikûmet bi hawara wan ve neçûbe jî, tişta ku ji destê wê hat, kiriye.

Parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ye. Navenda erdheja wêranker a 6ê Sibatê bû ku zerar da 10 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.

Beşeke Mereşiyan heta niha di binê konan de dimînin, roja Yekşemê 28ê Gulanê careke din diçin ser sindoqan û dengê xwe ji bo hilbijartina serokkomariyê didin.

Welatî Dondu Şahin anî ziman, “Rê girtî bûn, alîkarî nehat. Hemû kesan ji ber kêmasiya alîkariyê gilî dikirin û digotin; çima alîkarî piştî du rojan, sê rojan hat? Lê alîkariyên me hatin. Me roja yekem alîkarî dîtin. Eger ew rê bidîtana, kesek nikaribû bigihîşta cihekî. Rê parçe bûbûn, dê çawa bihatana?”

Tevî ku hikûmet di mijara gihîştina karesatê de dereng maye û ji ber vê yekê tê rexnekirin jî lê kampanyaya Erdogan a ji bo ji nû ve avedankirina herêmê, bandor li nêrînên wan kir. Beşeke nêrîna Mereşiyan ji hev cuda ye.

Bazirgan Baki Arabul got, “Di erdhejê de em di rojên zehmet re derbas bûn. Dewlet ne li cem me bû. Ji ber vê yekê dilê me zêde ji dewletê şikestiye. Li vê derê mirovan 3 rojan hawar dikir û digiriyan. Di 14ê Gulanê de tevî ku êşa me nû bû û termê welatiyan di bin kavilan de bûn, bi def û zirne û karwanên otomobîlan geriyan. Li gor me Mereşiyan ev xelet bû. Xwezî nekiribûna.”

Di gera yekem a hilbijartina serokkomariyê û parlamentoya Tirkiyê de ku 14ê Gulanê hat kirin, Erdogan li Mereşê %71.88ê dengdan wergirt. Li tevahiya 11 parêzgehên ku di erdheja 6ê Sibatê de zerar dîtin, Erdogan li piraniya bû yekem.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst