Trump: Dan û standinên bi Îranê re baş diçin

13-04-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku danûstandinên welatê wî yên bi Îranê re "baş diçin" û "dê rewşa Îranê pir baş be."

Trump, dema ku diçû Miamiyê di balafira serokatiyê de daxuyanî da rojnamegeran.

Trump derbarê civîna li Umanê de wiha got: "Ez nikarim ji we re bibêjim, ji ber ku heta encamek çê nebe tiştek girîng nîne.

Ji ber vê yekê ez naxwazim qala wê bikim, lê baş diçe. Rewşa Îranê dê pir baş be, ez wisa dibînim."

Roja Şemiyê rayedarên Îran û Amerîkayê li Umanê civiyan da ku dan û standinan bikin ji bo rêkeftineke nû ya nukleerî.

Trump berê li Tehranê gef xwaribû ku eger bernameya xwe ya nukleerî bi awayekî aştiyane bisînor neke, ew dê Îranê bombebaran bike.

Her du welatan diyar kir ku danûstandinên wan "erênî û avaker" bûne û wan li hev kiriye ku di 19ê Nîsanê de dîsa bicivin.

Ev yekem gera danûstandinan bû di navbera Washington û Tehranê de ji dema ku Trump vegeriya Koşka Spî.

"Pirsgirêkên gelek aloz"

Qesra Spî doh ragihand ku hevdîtin "gelek erênî û avaker bû" û aliyan li hev kir ku şemiya pêş dîsa bicivin.

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Rojhilata Navîn Steve Witcoff li Muskatê bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re "rasterast" hevdîtin pêk anî.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Witcoff ji Dr. Arakçi re dubare kir ku Serok Trump ew erkdar kiriye ku hewl bide nakokiyên di navbera her du welatan de bi diyalog û diplomasiyê çareser bike, eger gengaz be. Ev hin pirsgirêkên gelek aloz in."

Qesra Spî teqez kir, "Hevdîtina rasterast a Witcoff a îro gavek ber bi pêş ve ye ji bo bidestxistina encamek ku dê di berjewendiya her du aliyan de be."

Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku meseleyên di navbera her du welatan de aloz in û hat tekezkirin ku Witkoff destnîşan kiriye ku dan û standinên rasterast dê ji bo her du aliyan encamên bikêr bîne.

Di daxuyaniyê de hat tomarkirin ku alî dê di 19ê Nîsanê de dîsa bicivin.

Îran: Amerîka dixwaze zû bigihîje rêkeftinê

Berî daxuyaniya Qesra Spî, Îranê ragihand ku Amerîka dixwaze "di dema herî kurt de" bigihîje rêkeftineke nukleerî.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di daxuyaniyekê de ji televîzyona fermî ya Îranê re got:

"Aliyê Amerîkî got ku divê rêkeftineke erênî di demeke herî kurt de were bidestxistin, lê ev yek ne hêsan e û pêwîstî bi amadebûna her du aliyan heye."

Eraqçî her wiha got, "Di civîna îro de em pir nêzîkî wê yekê bûn ku em ji bo danûstandinan bingehekê ava bikin.

Ne em ne jî aliyê din dan û standinên bêencam naxwazin. Em naxwazin ji bo danûstandinê danûstandinê bikin.

Aliyê Amerîkî nîşan da ku ew hewl dide ku ji bo rêkeftineke adil û guncav biryardar be."

Li gorî Qesra Spî, Wezîrê Karên Derve yê Omanê Seyid Bedr jî beşdarî civînê bûye.

Îran dibêje ku wezîr di "danûstandinên nerasterast de" rola navbeynkar lîstiye, lê Wezareta Karên Derve ya Îranê qebûl dike ku heyet "çend deqeyan" rû bi rû axivîne.

Wezaret diyar dike ku civîn "di atmosfereke avaker de û di çarçoveya rêzgirtina hevbeş de" pêk hatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst