Trump û Netanyahu axivîn: 'Di her mijarê de em li heman aliyî ne'

22-04-2025
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Donald Trump Amerîka Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî pêwendiya telefonî ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re got, "Di her mijarê de em li heman aliyî ne."

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi rêya telefonê axivîn.

Trump derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.

Trump di daxuyaniya xwe de wiha got, "Min niha bi Serokwezîrê Îsraîlê Bibi Netanyahu re gelek mijarên wekî bazirganî û Îranê gotûbêj kirin.

Pêwendî pir baş derbas bû, Em di her mijarê de di heman alî de ne."

Pêwendiya telefonî ya di navbera Trump û Netanyahu de, di dema berdewamiya hevdîtinên di navbera Amerîka û Îranê de pêk hat, ji ber vê yekê girîng e.

Tê çaverêkirin ku Koşka Spî di derbarê vê axaftina telefonê de daxuyaniyeke berfirehtir belav bike.

Serokê Amerîkayê Trump, di 18ê Nîsanê de diyar kiribû ku Îsraîl planeke muhtemel a êrîşa li ser tesîsên nukleerî yên Îranê "bi paş nexistiye" lê di vê qonaxê de di vî warî de lez nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst