Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Cammu Keşmîrê ya Hindistanê di encama êrişa çekdaran de herî kêm 27 turîst hatin kuştin gelek turîst jî birîndar bûn.
Li gorî medyaya Hindistanê, çekdarên rêxistina Lashkar-e-Taibayê li bajarê Pahalgamê yê herêna Cammu Keşmîrê gule li geştyaran reşandin.
Li gorî zanyariyên destpêkê di êrişê de herî kêm 27 geştyar hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.
Rayedarên polîsan ragihand ku wan birîndar bi lezgînî rakirine nexweşxaneyê.
Lê belê heta niha ti kesî berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi li ser hesabê xwe yê Xê peyamek beêav kir û got:
"Ez êrîşa terorîstî ya li herêma Pahalgamê ya Cammu Keşmîrê bi tundî şermezar dikim.
Sersaxiyê ji kesên ku hezkiriyên xwe winda kirine re dixwazim. Ji bo birîndaran şifayeke bilez dixwazim."
Modi diyar kir ku ew dê destên wan kesên ku li pişt êrîşê ne, teslîmê edaletê bikin û got:
"Biryardariya me ya têkoşîna li dijî terorê nayê guhertin û ew ê hê zêdetir xurt bibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse