Meclisa Gelê Qazaxistanê sala 1995an hatiye damezrandin û Kurd jî di nav de ji zêdetir 130 rêxistinên gelên cuda yên li wî welatî dijîn pêk tê.
Bi fermana Serokkomarê Qazaxistanê Kasim Comert Tokayevê ku bi xwe serokê vê meclisê ye, bi boneyê 30 saliya Meclisa Gelê Qazaxistanê, çendîn nûnerên komeleyên neteweyî bi teqdîrname û madalyayan ve hatin xelatkirin.
Merasîma xelatdayînê li Mala Dostaniyê ya li Almatayê pêk hat.
Kurd beşdar bûn
Serokê Yekîtiya Komeleyên Kurdên Qazaxistanê (Berbang) û Eendama Rêveberiya Meclisa Gelê Qazaxistanê Azîze Ziya Bedirxan, Endamê Konseya Meclisa Gelê Qazaxistanê Rafîk Mîrzoyev û kesên din di çalakiyê de amade bûn.
Di nav xelatgiran de, endamên çalak ên Yekîtiya Komeleyên Kurdên Qazaxistanê "Berbang": Gulnara Eliyeva, Barzanî Nabiyev, Medîne Mîrzoyeva, Mûrad Şamîlov, Sertif Eliyev, Guljan Xelîlova, Şemo Fetoev, Elî Mustafayev û yên din cih girtin.
Festîval hat lidarxistin
Her bi boneya 30 saliya Meclisa Gelê Qazaxistanê, li gundê Kabanbay Batirê yê parezgeha Akmalayê ku bi sedan malbatên Kurd tevî nûnerên gelên din lê dijîn, festîvaleke çandî ya berfireh hat lidarxistin.
Di festîvalê de nûnerên 12 gundan destkeftiyên xwe yên çandî nîşan dan û kevneşopiyên 14 gelên cuda pêşkêşî temaşevanan kirin.
Şaxa Bajarê Astana ya Yekîtiya Komeleyên Kurdên Qazaxistanê (Berbang) bi awayekî aktîf beşdarî pîrozbahiyê bû û kevneşopiyên gelê Kurd pêşkêş kir.