Trump îmze kir: 'Zexta maksîmum a li ser Îranê'

04-02-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana serokatiyê ya derbarê "Zexta herî zêde li ser Îranê" îmze kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump dê îro li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bicive

Trump di merasîma îmzekirinê ya li Qesra Spî de siyaseta xwe ya nû ya li dijî Îranê eşkere kir.

Trump fermana serokatiyê ya ku dê siyaseta "zexta herî zêde li ser Îranê" ya di serdema xwe ya yekem de dimeşand careke din bide destpêkirin, îmze kir.

Trump dema biryar ku îmze dikir, nirxandineke li ser pêvajoyê kir û got ku "ew ji îmzekirina vê fermanê ne kêfxweş e" û "hêvîdar e ku dê neçar nemîne vê fermanê bi kar bîne."

Amerîka ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî vekişiya

Her wiha Donald Trump fermana ku Amerîkayê ji Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) û Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî vekişîne jî îmze kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst