Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Şîrketa Lêkolînên Rapirsiyan a Di-Enê, ji sedî 41,6 ciwanan gotiyê ew dê dengê xwe bidin CHPyê û ji sedî 17,9 dengê xwe dê bidin AK Partiyê.
Şîrketa Lêkolînên Rapirsiyan a Di-Enê, encamên rapirsiya xwe bi sernavê "Piştî xwenîşandanên 19ê Adarê meyla ciwanan" ku di navbera 18 û 20ê Nîsanê de li 18 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi 2 hezar û 426 ciwanan re kiribû eşkere kirin.
Di rapirsiyê de ji ciwanan pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartinên parlamentoyê bên kirin, hûn difikirin dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye kirin.
Bi belavkirina rêjeya kesên bêbiryar, ji sedî 41,6 ciwanan gotiyê ew dê dengê xwe bidin CHPyê.
AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 17,9 di rêza duyem de ye.
DEM Partî bi rêje ji sedî 12,6 di rêza sêyem de û MHP jî bi rêjeya ji sedî 9,4 di rêza çarem de ye.
Li gorî rapirsiya Di-Enê ya "Piştî xwenîşandanên 19ê Adarê meyla ciwanan" rêjeya dengên partiyan wiha ye:
CHP: Ji sedî 41,6
AK Partî: Ji sedî 17,9
DEM Partî: Ji sedî 12,6
MHP: Ji sedî 9,4
Partiya Zaferê: Ji sedî 7,1
ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,3
Yên din: Ji sedî 3,1
TÎP: Ji sedî 2,5
Yenîden Refah: Ji sedî 1,5
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse