Nûnerê taybet ê Trump ji bo hevdîtinên agirbestê diçe Moskowê

13-03-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Rûsya Agirbest Steve Witkoff
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Steve Witkoffê Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo hevdîtinên agirbestê diçe Moskowa paytexta Rûsyayê.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ji rojnamegeran re rojeva Rûsya-Ukraynayê nirxand.

Karoline Leavittê bi bîr xist ku ji pêvajoyê hêvîdar in û anî ziman ku bi heyeta Ukraynayê re hevdîtineke erênî kirine û niha dê bi aliyê Rûsyayêr hevdîtinê bikin.

Leavitt got, "Wekî hûn jî dizanin, Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump Steve Witkoff ji bo hevdîtinên agirbestê dawiya hefteyê diçe Moskowê.

Em bangî Rûsan dikin ku vê planê îmza bikin."

Di vê şer de kêliya ku em herî nêzîkî aşitiyê bûne ev e. Serok ji Rûsan hêvî dike ku ji bo qedandina vî karî hevkarê me bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst