Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump dibêje ku ew çaverê dike ku li Erebistana Siûdî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive
Her wiha Trump diyar kir ku dê şazadeyê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman jî beşdarî civînê bibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê axivîn.
Trump piştî pêwendiya telefonî ya bi Putin re li Ofîsa Oval di daxuyaniya çapemeniyê de naveroka axaftina xwe û Putin eşkere kir.
Serokê Amerîkayê Trump diyar kir ku ew çaverê dike ku di paşerojê de li Erebistan Siudî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive.
Trump hevdîtina xwe ya bi Putin re weki sohbeteke baş bi nav kir û diyar kir ku hevdîtin zêdetirî saetekê dewam kiriye.
Trump destnîşan kir ku ew endamtiya Ukraynayê ya NATOyê pratîk nabîne.
Her wiha Trump diyar kir ku Putin dixwaze şer bi dawî bibe û piştî şeş mehan venegere şer û divê Ukrayna aştiyê pêk bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse