Trump gef li Rûsyayê xwar

23-01-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Vladimir Putin Ukrayna Şer Rûsya Gef
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Amerîka dê sizayên aborî li dijî Rûsya tundtir bike, eger ew rêkeftineke rawestandina şerê Ukraynayê erê neke.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socialê de derbarê şerê Ukraynayê de daxuyanî da.

Trump got, "Ez naxwazim zirarê bidim Rûsyayê Ez ji gelê Rûsyayê hez dikim û her tim têkiliyên min ên pir baş bi Serok (Vladimir) Putin re hebûn, min tevî derewa Çepên Radîkal ên 'Rûsya, Rûsya, Rûsya' jî ev yek pêk anî.

Divê em tu carî ji bîr nekin ku Rûsyayê alîkariya me kir ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bi ser bikevin û di vê pêvajoyê de hema hema 60 mîlyon kesî jiyana xwe ji dest da

"Ez dê başiyeke mezin ji Serok Putin re bikim"

Ev hemû li aliyekî, ez dê xêrek mezin ji Rûsya û Serok Putin re bikim, ku aboriya wan ber bi têkçûnê ve diçe.

Niha bigihîjin lihevkirinekê û vî şerê beredayî rawestînin! Rewş tenê dê xerabtir bibe.

Eger em lihevkirinekê nekin û di demeke kurt de nekin, dê ti hilbijartineke min nebe ku  bac, tarîfe û cezayên bilind li ser her tiştê ku ji Rûsyayê heya Dewletên Yekbûyî û welatên din ên beşdar têne firotin ferz bikim.

"Êdî dema peymanekê hatye"

Ev şer, eger ez serok bûma dest pê nedikir, divê êdî bi dawî bibe!

Em dikarin bi rêya hêsan an jî bi rêya zehmet bikin û rêya hêsan her tim baştir e.

Êdî dema peymanekê hatite. Divê zêde mirin çênebin!!!

Di dema kampanyaya hilbijartinê de Trump got ku ew dikare şerê Ukraynayê di nav 24 saetan de biqedîne.

Di daxuyaniyên xwe yên piştre de jî Trump diyar kir ku dibe ku gihîştina lihevkirinê  ji 24 saetan zêdetir bidome.

Gotina Trump a ku gotibû Rûsyayê di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de 60 milyon kesan jiyana xwe ji dest da jî bû sedema nîqaşan.

Tevî ku hejmara rast a hevwelatiyên Sovyetê yên ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de mirin tam ne diyar e, lê texmîn li dora 27 mîlyonî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst