Trump: Esed çû, Putin êdî pê re eleqedar nedibû

08-12-2024
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Beşar Esed Vladimir Putin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump piştî ku Heyeta Tehrîr El Şamê paytexta Sûriyeyê kontrol kir û Beşar Esed reviya got, “Esed çû, Vladimir Putin êdî bi parastina wî re eleqedar nedibû.”

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma medyaya civakî Truth Socialê derbarê rewşa dawî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û kontrolkirina Şamê ya ji aliyê HTŞyê ve daxuyanî da.

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump rûxana rejîma Beşar Esed bi şerê Rûsya û Ukraynayê ve girê da û anî ziman:

“Esad çû. Ew ji welatê xwe reviya. Parêzvanê wî, Rûsya, Rûsya, Rûsya ya bi serokatiya Vladimir Putin, êdî bi parastina wî re eleqedar nedibû.”

Trump amaje bi wê yekê kir ku Rûsya û Îran ji ber pirsgirêkên li herêmên xwe lawaz bûne û tekezî li ser pêwîstiya agirbesteke bilez li cihên germ kir.

“Şerekî ku diviya qet dest pê nekira”

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump her wiha da zanîn:

“Di serî de tu sedem tunebûn ku Rûsya li wir be. Wan hemû eleqeya xwe ya bi Sûriyeyê re ji ber Ukraynayê winda kir ku nêzîkî 600 hezar leşkerên Rûs birîndar bûne an jî mirine.

Şerekî ku diviya qet dest pê nekira û dikare her û her bidome. Rûsya û Îran niha di rewşeke lawaz de ne, yek ji ber Ukraynayê û aboriya xirab, ya din ji ber Îsraîl û serkeftina wê ya di şer de.

Bi heman awayî, Zelenskyy û Ukrayna dixwazin peymanekê bikin û dînbûnê rawestînin.

Wan 400 hezar leşker û gelek sivîl jî bi awayekî ehmeqî winda kirin. Divê demildest agirbest were kirin û muzakere dest pê bikin.

Jiyanên giranbiha têne windakirin, pir malbat wêran dibin û heger bidome, ew dikare bibe tiştekî pir mezintir û pir xirabtir.

Ez Vladimir baş nas dikim. Ev dema wî ye ku tevbigere. Çîn dikare alîkariyê bike. Cîhan li bendê ye!”

Heyeta Tehrîr El Şamê daxuyand ku wan piştî Humsê Şam jî kontrol kiriye.

Tehrîr El Şamê bangî Sûriyeyiyên li derve kir û got:

“Dawiya rejîma Beşar Esed hat. Bila hemû koçberên Sûriyeyî vegerin Sûriyeya azad.”

Çi bûbû?

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.

Tehrîr El Şamê 5ê Kanûna Pêşîn bajarê Hemayê kontrol kir.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ragihand ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî kontrol kiriye.

Piştî kontrolkirina Humsê HTŞyê kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst