Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump da zanîn ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dixwaze bi wî re bicive û ev hevdîtin "tê sazkirin."
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Trump, piştî hevdîtina bi parêzgarên Komarî re li qesra xwe ya Mar-a-Lagoyê ya li Floridayê daxuyaniyeke kurt da çapemeniyê.
Trump di daxuyaniya xwe de behsa şerê Rûsya û Ukraynayê kir û diyar kir ku Serokê Rûsyayê Putin dixwaze bi wî re bicive.
“Divê em dawî li vî şerî bînin”
Trump got, "Ew (Putin) dixwaze bi min re bicive, em vê hevdîtinê saz dikin.
Putin dixwaze bi min re bicive, wî ev yek bi eşkereyî anî zimên.
Divê em dawî li vî şerî bînin, şerekî pir bi xwîn e."
Divê were gotin ku Trump derbarê dema hevdîtinê ti agahî nedan.
Trump di daxuyaniyên xwe yên berê de jî gotibû ku piştî ku rûne ser kursîyê serokatiyê dixwaze di demeke kurt de dawî li şerê Rûsya û Ukraynayê bîne û ji bo vê yekê amade ye bi Putin re bicive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse