Joe Biden: Li gor 40 salên bihorî me kêmtirîn kursî ji dest dan

11-11-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Joe Biden
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cudakirina dengan di hilbijartinên nîvgerî yên Amrîkayê de berdewame û heya niha yekalî nebûye gelo Demorkat an jî Komarîxwaz dê piraniya Kongresê bidest bixin. Serokê Amerîkayê Joe Biden encamên hilbijartinan weke serkeftina îdareya xwe bi nav dike dibêje ku Demokratan di vê hilbiajrtinê de herî kêm kursî ji dest dane.

Demên berê sibeha îro Înê 11ê Mijdara 2022  bi dema Hewlêrê, Serokê Amerîkayê Joe Biden di merasima encûmena nîştimanî ya partiya xwe de, spasiya dengderan û wan kesan kir ku çavdêriya hilbijartinên nîvgerî yên Amerîkayê kirine.

Biden got, partiya Demokrat li gor îdareyên 40 salên bihorî yên wê partiyê kêmtirîn kursiyên encûmena nûneran ji dest daye. Biden herwiha diyar kir, piştî sala 1986an îdareya wî rêjeya herî kêm a jidestdana hakimên eyaletan ji dest daye.

Heta niha di encûemna nûnerên Amrîkayê de Partiya Komarî 211 kursî bidest xistine, li beramber jî Partiya Demokrat 197 kursî misoger kirin. Herwiha 37 kursî jî hîna di rikeberiyê da mane. Tê pêşbînîkirin Komarî bi hêsanî bikaribin 7 kursiyên din bidest bixin û bi 218 kursiyan piraniya  encûmena nûneran bidest bixin.

Di Senatoyê de jî ku ji 100 kursiyan pêk tê û hilbijartin li ser 35 kursiyan hat kirin, heya niha Komariyan karîne bibin xwediyê 49 kursiyan û Demokrat jî 48 kursî bi dest anîne.

Di senatoyê de jî hîj 3 kursî mane ku yekalî bibin û ew jî yên eyaleyên Nevada , Arîzona  ûb Corciya ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst