Koşka Spî: Joe Biden li Odeya Operasyonan bi Tîma Asayîşa Neteweyî re dicive

14-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Joe Biden Îran Îsraîl Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden dê derbarê aloziyên li Rojhilata Navîn li odeya operasyonên Koşka Spî bi berpirsên Tîma Asayîşa Neteweyî re bicive.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de da zanîn ku Şêwrimendê Encûmena Neteweyî Jake Sullivan û Alîkarê Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî Jon Finer Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji êrîşan Îranê yên li Îsraîlê agahdar kiriye.

 Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Joe Biden ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn sefer û betlaneya xwe ya heftane ya li eyaleta Delawareyê betal kir.

Joe Biden bilez vegeriya Washingtonê.

Herwiha Koşka Spî eşkere kir ku Joe Biden dê bi tîma Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê re bicive û rewşa ewlehiyê û aloziyên li Rojhilata Navîn bi wan re gotûbêj bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden duh jî hişyarî dabû Îranê û gotibû:

“Em pabend in ji bo parastina Îsraîlê û em dê piştgiriya Îsraîlê bikin ku Îran bi ser nekeve.

Em ji bo parastina Îsraîlê amade ne. Îran dê her êrişî Îsraîlê bike.”

Biden herwiha bangî Îranê kiribû ku êriş neke.

“Em dê bi Îsraîlê re li dijî Îranê bisekinin”

Pentagonê jî li ser aloziyên li Rojhilata Navîn di daxuyaniyekê de got:

“Îro Wezîrê Parastinê Loyd Austin, bi Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yuav Galant re axivî.

Di pêwendiyê de aloziya li herêmê û gefên li ser Îsraîlê hatin gotûbêjkirin û piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê dupat kir."

Herwiha Pentagonê da zanîn ku Loyd Austin ji Galant re gotiye “Amerîka dê li gel Îsraîlê mil bi mil ji bo parastina Îsraîlê li dijî her êrişeke Îranê yan jî hêzên ser bi yên Îranê bisekine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst