Biden dê destûrê bide Ukraynayê bi çekên Amerîkî êrişî Rûsyayê bike

31-05-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Ukrayna Rûsya Êriş Joe Biden
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsên Amerîkayê eşkere kir ku Serokê Amerîkayê Joe Biden dê destûrê bide Ukraynayê ku bi çekên wan êrişî Rûsyayê bike.

Çend berpirsên Amerîkî li ser şerê Ukrayna û Rûsyayê ji medyaya welatê xwe re axivîne û wiha gotine:

“Biden ji bo xweparastina ji êrişên Rûsyayê destûr daye berpirsên Ukraynayê çekên Amerîkayê di êrişên nav xaka Rûsyayê de jî bi kar bînîn.”

Li gorî gotina berpirsên Amerîkayê Joe Biden ji berpirsên Ukraynayê re gotiye:

“Nabe her demê hûn êrişî balafirên Rûsyayê bikin, bes dema Rûsyayê êrişî nav xaka Ukraynayê kir hûn jî dikarin bi wan çekan xwe biparêzin û êrişî nav xaka Rûsyayê bikin.”

Heta niha bi awayekî fermi ti berpirsekî Amerîkayê ew biryara Joe Biden eşkere nekiriye.

Zelensky destûra êrişê dixwest

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ji welatên endamên NATOyê dixwest ku rê bidin Ukraynayê da ku bi wan mûşekên dûravêj êrişî nav xaka Rûsyayê bike.

Di meha nîsanê de Serokê Amerîkayê Joe Biden paketa alîkariyê ya 95 milyar dolarên Amerîkî îmze kiribû.

Li gorî paketa alîkariyê dê 61 milyar dolar alîkarî ji bo Ukraynayê û 26 milyar dolar alîkarî ji bo Îsraîlê û 8 milyar dolar jî ji bo Taywanê bên şandin.

Berpirsên Amerîkayê dûdil bûn ku destûrê bidin Ukraynayê bi mûşekên balîstîk êrişî nav xaka Rûsyayê bike yan na.

Îro berpirsên Ukraynayê bi awayekî fermî ji Amerîkayê xwest ku destûrê bidin wan da ku di êrişên ser Rûsyayê de mûşekên balîstîk bi kar bînin.

Êrişa Rûsyayê ya li Kharkivê

Destpêka meha gulanê Rûsyayê li rojhilatê Ukraynayê li herêma Kharkivê dest bi êrişeke berfireh kiribû.

Rûsyayê li herêma Vovchanskê ya Kharkivê gelek dever kontrol kirine û li gorî zanyariyan bi dehan hezar leşker li herêmê bi cih kirine.

Alîkariyên Amerîkayê yên ji bo Ukraynayê

Li ser peşveçûna Rûsyayê li Kharkivê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken 14ê Gulanê ji Polonyayê bi trêneke çû Kievê û bi Volodymyr Zelensky re civiya bû.

Berpirsekî Amerîkayê yê bi bi Blinken re di trênê de bû ji medyaya Amerîkayê re diyar kiribû ku di çarçoveya pakêta nû ya alîkariyê de topxane, sîstema parastina hewayî û mûşekên dûravêj radestî Kievê hatine kirin.

Di heyama 2 salan de 60 welatan heta niha 118 milyar dolar alîkariyên leşkerî ji Ukraynayê re şandine.

Welatên Ewropayê jî heta niha li derveyî Ukraynayê perwerde daye 50 hezar leşkerên Ukraynayê.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hefteya borî li hemberî alîkariya welatên rojava ya ji bo Ukraynayê hişyarî dabû.

Putin welatên Ewropayê tehdît dike

Putin gef li welatên Ewropayê xwaribû û wiha gotibû:

"Nûnerên NATOyê, bi taybetî yên li Ewropayê û bi taybetî welatên biçûk, divê hay ji xwe hebin bi çi dilîzin.

Beriya ku bi giştî tehdîta êrişê li xaka Rûsyayê bikin. Divê ji bîr nekin ku ew welatekî piçûk in.

Ev pêşveçûnên wan dê encamên xirab derxe holê.”

Di heyama du salên şerê Ukraynayê de, Rûsyayê çendîn caran tehdîta bikaranîna çekên atomî kiriye.

Li ser fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di destpêka vê mehê de hêzên Rûsyayê û Belarûsê tetbîqatên leşkerî yên atomî kirin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî di meha adarê de gotibû dûr nîne ku welatên Ewropayê di paşerojê de leşkeran bişînîn Ukraynayê ji bo şerê Rûsyayê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst