Ciwanekî Kurd ê ji Qamişloyê salek e li Danîmarkayê winda ye

11-10-2023
RÛDAW
Ferhat Tobeê wenda
Ferhat Tobeê wenda
Nîşan Ferhat Tober Danîmarka Denîz Berxwedan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî Kurd ê ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê nêzikî sal û nîvek e li Danîmarkayê wenda ye.

Ciwanê Kurd ê bi navê Ferhat Tober ê 17 salî ku bi malbata xwe re li bajarê Vejle yê Danîmarkayê dima ji 9ê Nîsana 2022yan ve wenda ye.

Li gorî malpera Vejle Amts Folkeblad Ferhat Tober herî dawî şeva 9ê Nîsana 2022yan dema ku ji polîsan reviyaye û ber bi daristanê ve çûye hatiye dîtin.

Heriwha malpera Vejle Amts Folkeblad da zanîn, du kesên ku wê şevê bi Ferhat Tober re bûne jî ji ber heman bûyerê hatine girtin.

Lê dema ku malbata Tober diçe qereqolê ew her du kesên ku hatibûne desteserkirin li qereqolê dîtin lê Ferhat nedîtin.

Edîtorê malpera Jiyanê Denîz Berxwedan ku ji nêzik ve rewşa Ferhat Tober dişopîne beşdarî Bultan Rûdawê ya taybet ji Rojava bû û derbarê wendabûn û çarenivîsa Ferhad Tober de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

“Em bawer nakin ku jiyana wî ne di xeterê de be”

Denîz Berxwedan li ser wendabûna Ferhat Tober got, “Ji malbata Ferhat Tober du kes hatine girtin piştre serbet tên berdan.

Li gorî malbatê polîs çend caran tên mala wan û şantaj li malbatê kirin û rojek Ferhat Tober ku niha 17 salî wenda bû. Sal û nîvek derbas bû niha sal û nîvek derbas bû kes nizane çi lê hat.

Li gorî Denmarks Radioyê kesek telefonî malbatê dike û got `we gilî li kesekî di şaredariyê de ye kiriye û divê hûn vî tiştî rawestînin. We gilî li polîsekî kiriye divê hûn vî tiştî rawestînin.`

Em nizanin kî ye li malbatê gef dixwe. Piştî wê jî Ferhat Toberê ji Qamişloyê wenda dibe û niha sal û nîvek derbas dibe polîs hîn jî nabêje ew kur li ku derê yê.

Polîs dibêjin `em bawer nakin ku jiyana wî ne di xeterê de be.`”

Li 2 polîsan doz hatiye vekirin

Denîz Berxwedan da zanîn ku du polîsên Danîmarkî ji ber ku tundiyê li du zilamên malbata Ferhat Tober kirine, hatine tawanbarkirin û li dijî polîsan dozeke hiqûqî hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst