Neteweyên Yekbûyî: DAIŞ heta niha jî ji bo cîhanê metirsî ye

11-02-2025
Sinan Tunçdemir
Civîna Konseya Ewlehiyê ya NY / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Civîna Konseya Ewlehiyê ya NY / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Konseya Ewlehiyê ya NYyê DAIŞ
A+ A-

New York (Rûdaw) - Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY), metirsiya “terorîzma DAIŞê” li seranserê cîhanê berdewam dike û ti dewlet nikare xwe ji wê dûr bixe lewma divê li hemberî vê tehdîdê hemû bi hev re bisekinin.

Rêveberiya Komîteya Têkoşîna li Dijî Terorê ya NYyê di civîna Konseya Ewlehiyê de rapora xwe ya li ser DAIŞê pêşkêş kir û bal kişand ser wê yekê ku DAIŞ ne tenê li Sûriye û Îraqê çalak e, her wiha li Afrîka û Asyayê jî êrişan pêk tîne.

Rêveberiya Komîteya Têkoşîna li Dijî Terorê welatên endaman kir ku mijara DAIŞê bibe mijara wan a sereke.

“Teror xetereke mezin e li ser aştî û ewlehiya cîhanê”

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq diyar kir ku teror xetereke mezin e li ser aştî û ewlehiya cîhanê û ti dewlet nikare bi tena serê xwe li hemberî vê tehdîdê bisekine.

Hem rapora NYyê û hem jî hemû endamên Konseya Ewlehiyê qebûl kir ku xetera DAIŞê ji bo hemû cîhanê heye û bi taybetî jî li Sûriye û Îraqê berdewam dike.

Endamên Konseya Ewlehiyê di vî warî de bangî rêveberiya niha ya Sûriyeyê kir ku li dijî DAIŞê têkoşînê bidomîne.

“Welatiyên xwe yên endamên DAIŞê vegerînin welatên xwe”

Çîn û Rûsyayê jî bangî dewletan kir ku welatiyên xwe yên endamên DAIŞê vegerînin welatên xwe.

Li gorî rapora NYyê, li kampên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 42 hezar û 500 kes ku pêwendiya wan bi DAIŞê re heye girtî ne.

Di nav wan de 17 hezar û 700 welatiyên Îraqê, 16 hezar û 200 welatiyên Sûriyeyê û 8 hezar û 600 welatiyên welatên din hene.

“Bila Sûriye erkên xwe yên li dijî terorîzmê bi cih bîne”

Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Nûnerê Çînê Fu Cong jî got:

“Em daxwazê ji desthilatên Sûriyeyê dikin ku erkên xwe yên li dijî terorîzmê bi cih bîne û rê li ber terorîstan bigirin ku axa Sûriyeyê ji bo tehdîdkirina ewlehiya welatên din bi kar neyînin.

Gelek DAIŞî li kampan li Sûriyeyê dimînin û ev demeke dirêj e. Ew dibin sedema metirsiyeke cidî ya ewlehiyê.

Çîn piştgiriya pêvajoya vegerê ya bilez dike û bangî welatên têkildar dike ku welatiyên xwe vegerînin.”

Nûnerê Rusyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia jî got:

“Em bangî hemû dewletan dikin ku ji bo vergera welatiyên xwe yên DAIŞê, him milîtan û him jî malbatên wan di nav de, hewlên xwe zêde bikin.”

“DAIŞ li Îraq û Sûriyeyê metirsiyeke mezin e”

Koordînatora Polîtîk ê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî Isis Jaraud Darnaultê got:

“DAIŞ li Îraqê û bi taybetî jî li Sûriyeyê metirsiyeke mezin e. Rêxistin hewl dide ku veguhastina ku tê meşandin ji nû ve ji bo avakirina penageheke ewle li wî welatî bi kar bîne.

Em bangî desthilatên Sûriyeyê yên veguhastinê dikin ku hewldanên dijî terorîzmê bidomînin û destkeftên ku bi salan li dijî DAIŞê bi dest ketine biparêzin."

Neteweyên Yekbûyî di civînê de diyar kir ku di rapora wan de zelal e ku xetera DAIŞê ya navnetweyî berdewam dike û divê bi awayekî firehtir ango hemû dewlet li hemberî DAIŞê şer bikin.

Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku bi taybetî jî divê rêya pereyên ku diçin ji DAIŞê re were girtin, sînorên dewletan baştir werin parastin li hemberî çalakiyên DAIŞê, her wiha divê rêya bikaranîna teknolojiyê jî were girtin ji bo pêşgirtina çalakiyên wan.

NYyê destnîşan kir ku rewşa aloz li Sûriyeyê cihê nîgeraniyeke mezin e û metirsiya ku embarên çekan bikevin destê DAIŞê heye.

Her wiha rapora NYyê diyar kir ku Navçeya Badiyayê ya Sûriyeyê wekî navendeke plankirina operasyonên derve yên DAIŞê ye û ev bêîstiqrarî bandorê li kampên girtiyên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê jî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst