10 roj mabûn ji hilbijartinan re: Berbijêrê serokatiyê hat kuştin

10-08-2023
RÛDAW
Wêne: Ajans
Wêne: Ajans
Nîşan Ekvador Hilbijartin Fernando Villavicencio
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ekvadorê berî hilbijartina serokatiya wî welatî, berbijêrê serokatiyê Fernando Villavicencio yê bi "helwesta xwe ya li dijî gendeliyê" naskirî ye, di êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

Biryar e 20ê Tebaxa îsal li Ekvadorê hilbijartinên serokatiyê werine kirin.

Li gorî medyaya Ekvadorê, piştî çalakiyeke li paytexta wî welatî Kitoyê, Fernando Villavicencio dema li otomobîla xwe siwar dibû, êrîşkarekî 3 gule berdan serê wî û ew kuşt.

Serdozgerê Ekvadorê di daxuyaniya ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku êrîşkar di pevçûna li gel hêzên ewlehiyê de hat kuştin.

Herwiha hat destnîşankirin, di êrîşê de 9 kes jî birîndar bûn ku yek jê namzedê parlamenteriyê ye û du jî polîs in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst