Pentagon: Li Kobaniyê baregehên me nînin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sabrina Singh Pentagon Kobanî Baregeh Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Berdevkê Pentagonê Sabrina Singhê got ku li Kobaniyê qet baregehên wan ên leşkerî nînin.

Alîkara Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singhê di konferanseke rojnamegeriyê de got:

"Hin rapor behsa wê yekê dikin ku Amerîka baregehekê li Kobaniyê ava dike, ev ne rast e.

HSD li wan deveran çalak e û wekî hûn dizanin erkê me rûbirûbûna DAIŞê ye û baregehên me zêdetir li beşa rojhilatê wî welatî ne.

Di erkê hêzên me yên li Sûriyeyê de ti guherîn çênebûye, erkê me yê li Sûriyeyê tenê nehiştina DAIŞê ye û ji ber vê yekê hêzên me li wir in."

“Erkê me nehiştina DAIŞê ye”

Sabrina Singh li ser pêwendiyên Amerîka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî wiha axivî:

"Em wekî hevpar bi HSDyê dixebitin lê ev jî girîng e ku tenê sedema hebûna me ya li Sûriyeyê û erkê me nehiştina DAIŞê ye, êdî çi bi rêya operasyonên hevbeş be çi jî bi lêdanên me yên heyî.”

Divê were bibîranîn ku nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê hene.

Pentagonê berê ragihandibû ku tenê 900 leşkerên wan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene lê piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, Amerîkayê bi awayê fermî eşkere kir ku hejmara hêzên wan ên li Sûriyeyê zêde bûye.

Destpêkê vê mehê gelek nûçe belav bûn ku Amerîka amûran vediguhêzê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê da ku baregeheke leşkerî ava bike.

Li rêxê din, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku divê Amerîka hêzên xwe li Sûriyeyê bihêle.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst