Trump: Di çarçoveya plana Xezeyê de mafê vegerê yê Filistîniyan dê nebe

10-02-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku di plana dewrhildana Xezeyê û avakirina jinûva de, mafê Filistîniyan dê tunebe ku vegerin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji televîzyona Fox Newsê re li ser plana dewrhildanê ya Xezeyê axivî.

Trump diyar kir ku ew dê li Misir û Urdinê ji bo Filistîniyên li Xezeyê cih û warên ewlertir û xweştir ava bikin û diyar kir ku di plana dewrhildanê ya Xezeyê de mafê vegerê yê Filistîniyan dê nebe.

Trump wiha axivî, "Em dê hinekî dûrî cihê ku lê ne, ji wan re cih û warên ewletir ava bikin.

Di vê navberê de ez dê bibim xwediyê vê derê (Xezeyê). Vê yekê ji bo paşerojê wekî planeke pêşxistina emlakê bifikirin, wê bibe cihekî xweş."

Trump li ser pirsa "Mafê Filistîniyan dê hebe ku vegerin vê derê?" got, "Na dê tunebe, ji ber wê yekê dê bibin xwediyê avahiyên baştir."

Trump destnîşan kir, ew ji bo Filistîniyan qala avakirina cih û warên "mayînde" dike û wiha dewam kir:

"Eger mecbûr bimînin û vegerin, ji bo pêkhatina vegerê çendîn sal dê hewce bikin, her wiha ew der warekî wisa nîne ku mirov lê bijî.

Li gor min ez dê bi Urdin û Misrê re li hev bikim. Wekî ku hûn dizanin, em salê bi milyaran dolar didin wan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst