Amarên şerê Hemas û Îsraîlê: Hejmara kuştiyan 1100 derbas kir

09-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara kuştiyên êrişên Hemasê yên li Îsraîlê û êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê ji her du aliyan 1100 derbas kir.

Şer û pevçûnên ku piştî êrişa Hemasê ya li hemberî Îsraîlê dest pê kirin, di roja sêyemîn de berdewam dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku kejmara kuştiyên ku di encama êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de canê xwe ji dest da gihişt 560î.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê herwiha 2 hezar û 900 kes jî birîndar bûne.

Medyaya Îsraîlê dabû zanîn ku heta niha di êrişên Hemasê de 700 Îsraîlî mirine.

Li gorî medyaya Îsraîlê, hejmara birîndarên wî welatî jî bûye 2 hezar û 150, birînên 300 kesî giran in.

Ji aliyê din ve, di nûçeya Kanal 14ê ya televizyona Îsraîlê de hat gotin ku 2 kesên ku hewl da ji Lubnanê bi dizî derbasî Îsraîlê bibin hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê li ser sînorê Xezeya hêza xwe kom dike.

Piştî ku çekdarên Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê bi navê "Toafan Eqsayê" êriş da destpêkirin, êdî artêşa Îsraîlê tevgera xwe ya li ser sînorê xeta Xezeyê zêde dike.

Ji aliyekî ve Artêşa Îsraîlê êrişên asmanî li dar dixe û ji aliyê din ve jî komên Filistînî mûşekan diavêjin.

Herwiha artêşa Îsraîlê li ser sînorê Xezeyê berê top û obusan jî daye Xezeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst