Amerîka: Di êrişên Hemasê de 9 welatiyên me canê xwe ji dest da

09-10-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îsraîl Hemas Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku di êrîşên Hemasê de 9 welatiyên Amerîkayê canê xwe ji dest da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mathew Miller derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Mathew Miller ji bo qurbaniyan sersaxî li malbatên wan kir û got, "Em bi berdewamî rewşê ji nêzîk ve dişopînin."

Miller destnîşan kir ku halê hazir wan zaniye ku 9 welatiyên Amerîkayê  di êrîşên Hemasê de canê xwe ji dest daye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê herwiha anî ziman ku hinek welatiyên Amerîkayê jî hene ku hîn jî cihên wan nehatine tesbîtkitin û got:

"Em bi hevkarên xwe yên Îsraîlî re ji nêz ve xebata xwe didomînin."

Baskê leşkerî yê Hemasê, Tûgayên Qessamê roja Şemiyê danê sibehê ragihandibû ku wan bi navê “Tofana Eqsayê” êrişeke berfireh li dijî Îsraîlê daye destpêkirin.

Çekdarên Hemasê hezaran mûşek ji Xezeyê ber bi Îsraîlê ve avêtin, ketin wargehên li herêmê.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku bi dehan balafirên şer êrişî Xezeyê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst