Li Almanyayê helîkopter ket, 2 kes mirin

10-02-2025
RÛDAW
Nîşan Almanya Helîkopter Ketin Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Frankonyaya Navîn a Almanyayê helîkoptereke sivik li devereke daristanî ket û 2 kesên tê de mirin.

Li gorî daxuyaniya polîsan, piştî qezayê herêmeke fireh a kavilan çêbûye û lêkolînên li ser bûyerê berdewam dikin.

Hat ragihandin ku qeza li herêma Hofbergê ya bajarokê Gredingê yê navçeya Rothê ya di navbera Munîh û Nurnbergê de çêbûye.

Berdevka Polîsan Janine Mendelê diyar kir, ew helîkoptera ku ketiye ji cureyê "ultralight" e û du kesên di helîkopterê de yên ku 50 û 76 salî ne mirine.

Hîn ne diyar e ku helîkopter ji kû derê rabûye û rêça wê çawa bûye.

Rayedaran ragihand ku pisporekî Daîreya Federal a Lêkolîna Qezayên Balafiran (BFU) û tîmên polîsên krîmînal çûne cihê bûyerê.

Rayedaran diyar kir ku lêpirsîn berdewam dike û lêkolînên li ser sedema qezayê didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst