Hewlêr (Rûdaw) – Li Muglayê helîkoptereke Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê li nexweşxaneyekê ket û ket erdê.
Bûyerê li navçeya Menteşeyê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê rû da.
Li gorî agahiyan, helîkoptereke ambulans li avahiya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sitki Koçmanê ket û ket hewşê.
Gelek tîmên agirvemirandinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
4 kes mirin
Li gorî agahiyên destpêkê 2 pîlot, bijîşkek û karmendekî tenduristiyê mirine.
Xebatên tîman ên li cihê bûyerê berdewam dikin.
Li Muglayê helîkopter ket
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 22, 2024
🛑 2 pîlot, bijîşkek û karmendekî tenduristiyê mirin pic.twitter.com/iexMlSG6Fb
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse