Helîkoptera Tirkiyeyê ket: 6 leşker mirin

09-12-2024
Nîşan Isparta Helîkopter Leşker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Ispartayê yê Tirkiyeyê helîkoptereke leşkerî ket û 6 leşker mirin.

Helîkopter li navçeya Keçîborluyê ya Ispartayê ketiye.

Parêzgarê Ispartayê Abdullah Emîn ragihandibû ku 5 leşkerên di helîkopterê de mirine.

Li gorî agahiya ku ku Abdullah Emîn daye, Fermandarê Dibistana Hewavaniyê Îsa Baydîllî jî di qezayê de miriye.

Serokê Şaredariya Ispartayê Şukru Başdegîrmen jî diyar kir ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê diçin cihê bûyerê.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî diyar kir ku hejmara leşkerên mirî bûye 6.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, leşkerekî birîndar li nexweşxaneyê miriye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst