Pentagon: Komên nêzîkî Îranê li pişt êrişa li Eyn Esedê ne

09-08-2024
Diyar Kurde
Nîşan Sabrina Singh Pentagon Eyn Esed Êriş
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Alîkara Berdevkê Pentagonê Sabrina Singhê got, “Em dizanin ku komên bi ser Îranê ve li pişt êrişa li Eyn Esedê ne.”

5ê vê mehê bi mûşekan êrişî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê ya Îraqê hat kirin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde mijar ji Alîkara Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singhê pirsî.

“Bersivdayîn mafê me ye”

Sabrina Singhê diyar kir ku komên çekdar ên bi ser Îranê ve li pişt vê êrişê ne û anî zimên:

“Em wekî mafê xwe dibînin ku bersivê bidin vê êrişê.”

Heta niha li ser hejmara birîndaran agahiyeke zelal nehatibû parvekirin.

Alîkara Berdevkê Pentagon Sabrina Singhê li ser hejmara birîndaran ev agahî dan:

“Destpêkê me gotibû qey 7 leşker û karmendên me birîndar bûne lê piştî lêkolînên me derket holê ku 4 leşker û mutehîtekî me birîndar bûne.”

Sabrina Singhê herwiha diyar kir ku bi 2 mûşekan êrişî Eyn Esedê hatiye kirin.

Çi bûbû?

5ê Tebaxê bi mûşekan êrişî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê hat kirin.

Koma çekdar a bi navê “Sewriyûn/Şoreşger” da zanîn ku wan ev êriş encam daye.

Şoreşgeran herwiha diyar kir ku ew beşek in ji Berxwedana Îslamî ya Îraqê.

“Dê êrişên me berdewam bikin”

 Şoreşgeran amaje pê kir ku wan bi mûşek û dronan êrişî Eyn Esedê kiriye û got:

“Em didin zanîn ku dê êrişên me berdewam bikin heta ku leşkerê dawî yê Amerîkayê jî ji xaka Îraqa me ya ezîz derkeve.”

Li gorî amarên ku Amerîkayê belav kirine, komên çekdar ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve herî kêm 150 carî êrişî hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Îraqê kiriye.

Amerîka jî gelek caran baregehên grûpên çekdar ên li Sûriye û Îraqê bombebaran dike.

“Washington Institute”yê jî ragihand ku ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê ve li herêmê 188 caran êrişî hêzên Amerîka û Koalîsyonê hatiye kirin û êrişa li Eyn Esedê jî bûye êrişa 189an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst