Pentagon: Êrişa Îranê ya vê carê li gorî ya berê du qatan mezintir bû

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pentagon Patrick Ryder Îran Îsraîl Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, êrişa Îranê ya bi mûşekan a dijî Îsraîlê li gorî ya 13ê Nîsanê du qatan mezintir bû.

Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de axivî.

Ryder diyar kir ku Îranê qedera 200 mûşekên balîstîk berdane Îsraîlê û wiha got:

"Ev êrişeke girîng bû, muhtemelen ji aliyê berfirehiyê ve bi qasî ya me berê dît, mezin bû."

Ryder amaje bi bersiva Îranê ya ji bo êrişa Îsraîlê ya li ser Konsulxaneya Îranê ya Şamê kir û wiha got:

“Li gorî êrişa bi mûşekan a herî dawî mûşekên balîstîk ên vê carê hatin avêtin ji hêla hejmarê ve bi qasî du caran zêdetir bûn.

Teqez em hêvî dikin ku êrişeke din pêk neyê.

Lê belê diyar e ku kapasîteyeke Îranê heye û wan ew yek nîşan da ku dixwazin vê kapasîteya xwe rasterast li dijî Îsraîlê bi kar bînin.

Ji ber vê çendê jî di mijara gavên ji niha şûn de dê bên avêtin û ya girîngtir jî di warê parastina Îsraîlê de danûstanên me dê bidomin."

Rageşiya navbera Îran û Îsraîlê

Îsraîlê 1ê Nîsana 2024an êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya li Şamê kiribû.

Di êrişê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 7 kes hatibûn kuştin ku 2 ji wan general bûn.

Îranê ragihandibû ku êrişa Îsraîlê ya dijî konsulxaneyê tê wateya êrişa ser li axa Îranê û ew dê bersiva Îsraîlê bidin.

Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew jî dê bersiva êrişa Îranê bidin.

Îranê 13 Nîsanê bi sedan dronên kamîkaze û mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê kiribû.

Îranê ragihand ku wan êrişî hinek hedefên leşkerî kiriye.

Îsraîlê jî ragihandibû ku bi saya sîstema parastinê rê li ber gelek êrişên Îranê hatiye girtin lê mûşekek li baregeheke leşkerî ya li başûrê wî welatî ketiye.

Êrişa 1ê Çiriya Pêşîn

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku saet derdora 19:30î Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrişa mûşekî kir.

Îsraîlê ji welatiyên xwe xwest ku biçin cihê parastî û agahdarî xwe bin.

Supaya Pasdaran a Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku bi dehan mûşek avêtine Îsraîlê. 

Artêşa Îsraîlê ragihand ku zêdetirî 250 mûşekî hatine avêtin.

Supaya Pasdaran a Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku êriş li ser kuştina Îsmaîl Heniye, Hesen Nasralah û Ebbas Nîlfiroşan hatiye kirin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî diyar kir ku ew niha xelkê xwe diparêzin û dê bersivê bidin êrişa Îranê.

Koşka Spî ragihand ku Biden ji Artêşa Amerîkayê xwestiye ku alîkariya Îsraîlê bikin da ku xwe li hemberî êrişên Îranê biparêze.

Kuştina Heniye, Nasralah û Nîlfiroşan

Serokê Polîtburoya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye tîrmeha îsal li Tehranê piştî merasîma sondxwarina Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di êrişekê de hatibû kuştin.

Her wiha 27ê Îlona 2024an artêşa Îsraîlê baregeha Hizbulahê ya li Beyrûtê bombebaran kir.

Di encamê de Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah û Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê yê Libnanê Ebbas Nîlfiroşan hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst