Tirkiye û Brîtanyayê rêkeftina koçberan îmze kir

09-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Brîtanya Koçber Rêkevtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye û Brîtanyayê ji bo vegerandina koçberên qaçax rêkeftinek îmze kir.

Li gorî rêkeftinê koçberên ku ji Tirkiyeyê bi beleman diçine Brîtanyayê dê bêne vegerandin.

Medyaya Brîtanyayê ragihand ku di navbera Tirkiye û Brîtanyayê de ji bo vegerandina koçberên qaçax rêkeftinek hatiye îmzekirin.

Li gorî rêkeftinê dê rê li ber koçberên qaçax bê girtin û welatiyên Tirkiyeyê ku bi belemên biçûk bi rêya Deryaya Manşê diçin Brîtanyayê dê bên vegerandin.

Tirkiye, navenda qeçaxçîtiya mirovan e

Tirkiye, di medyaya Brîtanyayê de wekî "navenda qeçaxçîtiya mirovan" hatiye pênasekirin û hatiye nivîsandin ku piraniya belemên koçberan li Tirkiyeyê tên çêkirin. 

Li gorî rêkeftinê Tirkiye û Brîtanya ji bo rê li ber qaçaxçîtiyê bigirin dê operasyonên hevbeş bikin û firotina beleman bê astengkirin.

Wezîra Karên Navxwe ya Brîtanyayê Suella Braverman derbarê rêkeftinê de got:

“Hevbeşê me Tirkiye dost û hevpeymanekî me yê nêzîk e. Ji bo vê pirsgirêka navdewletî dê saziyên me bi hev re bixebitin û dê rê li ber dabînkirina belemên biçûk bê girtin.”

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê, meha borî 370 welatiyên Tirkiyeyê bi rêya Deryaya Manşê re derbasî Brîtanyayê bûne.

Herwiha Tirkiye duyemîn welat bûye ku herî zêde koçber jê çûne Brîtanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst