Êrişkarê bazara Almanyayê ji kû ye?

Duh li 07:33
RÛDAW
Nîşan Almanya Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Magdeburgê yê Almanyayê kesekî bi otomobîlê da nav xelkê, 2 kes mirin û 80 kes jî birîndar bûn.

Polîsê Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku di êrişa li bajarê Magdeburgê de 2 kes mirine û 80 kes jî birîndar bûne.

Polîsan her wiha da zanîn ku kes ku êriş kiriye bijîşkekî ji Erebistana Siûdiyê yê.

Li bazara Noelê ya bajarê Magdeburgê yê Almanyayê bijîşkekî ji Erebistana Siûdiyê doh bi şev bi otomobîlekê dabû nav xelkê.

Deutsche Welleyê ragihand ku di nav 2 kesên mirî de zarokek jî heye û êrişkarî ji Erebistana Siûdiyê mafê rûniştina daîmî li Almanyayê standiye ku ji sala 2006an ve li wir e.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz diyar kir ku sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê da zanîn ku ew û Scholz dê biçin Magdeburgê.

Bûyer li bazareke ku nêzîkî Şaredariya Magdeburgê hatiye danîn rû da.

Medyaya Almanyayê destpêkê ragihand ku kesekî bi otomobîla xwe daye nav xelkê li bazara Noelê.

Bazara Noelê piştî bûyerê hat girtin û hat xwestin ku xelk navenda bajêr biterikîne.

Êrişkar li cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst