ALMANYA - Bi otomobîlê da nav xelkê, bi dehan birîndar hene

2 demjimêr berê
Taxa bûyerê / Wêne: AP
Taxa bûyerê / Wêne: AP
Nîşan Almanya Birîndar Noel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Magdeburgê yê Almanyayê kesekî bi otomobîlê da nav xelkê, bi dehan birîndar hene.

Li gorî agahiyan, bûyerê li bazara Noelê rû daye ku li nêzîkî Şaredariya Magdeburgê hatiye danîn.

Medyaya Almanyayê ragihand ku kesekî bi otomobîla xwe daye nav xelkê li bazara Noelê.

Hat diyarkirin ku bi dehan kes birîndar bûne.

Bazara Noelê piştî bûyerê hat girtin û hat xwestin ku xelk navenda bajêr biterikîne.

Rojnameya Bildê jî daxuyand ku 11 kes mirine û 80 kes jî birîndar bûne.

Li hêla din, hat ragihandin ku bûyer êrişek e û êrişkar hatiye desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst