Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Komariyan Lindsey Graham û Senatorê Demokratan Chris Van Hollen ji bo ceza li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin projeyasayek pêşniyar kir.
Chris Van Hollen ev agahî bi rêya hesabê xwe yê Xê da.
Tirkiye rojên dawiyê hêzan dişîne ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê.
Kom û komikên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan jî bi taybetî êrişî Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê dikin.
Senatorên Amerîkayî dixwazin ku Tirkiye agirbestê qebûl bike û êrişî Kobaniyê neke.
“Min û Graham îro projeyasayek pêşniyar kir”
Senatorê Demokratan Chris Van Hollen bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand:
“Êrişên hêzên çekdar ên li ser şirîkên me yên Kurd li ber hewlên me yên ji bo ewlehiya herêmî û rêlibergirtina zindîbûna DAIŞê dibin kelem.
Min û Graham îro projeyasayek pêşniyar kir ku dê sizayan li Tirkiyeyê bisepîne.
Eger agirbestê û herêma bêçekkirî qebûl nekin divê ev bikeve meriyetê.
Em li dûv Sûriyeyeke lixwegir, seqamgîr û yekgirtî digerin, piştgirîdayîna şirîkên me yên Kurd ji bo vê armanca me gelekî girîng e.”
Attacks by Turkish-backed forces on our Syrian Kurdish partners undermine regional security & efforts to prevent an ISIS resurgence.
— Senator Chris Van Hollen (@ChrisVanHollen) December 20, 2024
Today Sen Graham & I introduced a bill to impose sanctions on Turkey—which we should enact if they do not accept a ceasefire & demilitarized zone.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse