Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, 47emîn Serokê Amerîkayê Donald Trump pîroz kir û diyar kir ku ew amade ye bi Trump re biaxive.
Vladimir Putin li bajarê Soçiyê yê Rûsyayê di civîna Foruma Navneteweyî ya Valdaiyê de axivî.
Putin diyar kir ku piştî êrişa li Trump hatiye kirin ew di bin bandora helwestên wî de maye û wiha got:
"Ez ji vê yekê bi bandor mam. Derket holê ku ew mirovekî wêrek e.
Hin tişt ji aliyê Trump ve hatin gotin ku dixwaze têkiliyên bi Rûsyayê re ji nû ve saz bike û beşdarî bidawîanîna krîza Ukraynayê bibe.
Ez difikirim ku ev bi kêmanî hêjayî wê yekê ye ku mirov lê bifikire."
Vladimir Putin diyar kir ku wan berê jî aniye ziman dê bi Serokê Amerîkayê yê ji aliyê xelkê ve hatiye hilbijartin re bixebitin.
Putin, Trump pîroz kir û anî ziman:
"Ez wî ji bo ku wekî Serokê Amerîkayê hatiye hilbijartin pîroz dikim.
Heger kesek bixwaze pêwendiyan bi me re bidomîne, em ne li dijî wê ne.”
Vladimir Putin pirsa, "Hûn amade ne ku bi Trump re biaxivin?" jî bersivand û got:
"Ez amade me, ez amade me."
Di dema serokatiya yekem a Donald Trump de salên 2017-2021ê Trump û Putin çend caran li hevdû civiyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse