Neteweyên Yekbûyî: Serê 10 xulekan jinek tê kuştin

07-03-2025
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Roja Jinan a Cîhanî Rapor Ked Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, li cîhanê serê 10 xulekan jinek tê kuştin.

Neteweyên Yekbûyî bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî derbarê rewşa jinan raporek belav kir.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, li cîhanê serê 10 xulekan jinek tê kuştin û ji her 4 welatan li welatekî di ware mafên jinan de bipaşketin çêbûye.

Raporê diyar kir ku alîkariya ji bo rêxistin û saziyên parastin û piştgiriya jinan tê birîn.

Neteweyên Yekbûyî daxuyand ku li seranserê cîhanê serê 10 xulekan jinek an jî zarokeke keç ji aliyê mêr an jî endamên malbatê ve tê kuştin.

Li gorî raporê, li seranserê cîhanê ji sala 1995an û heta îro hejmara parlamenterên jin 2 qatan zêde bûye lê dîsa jî ji her 4 parlamenteran 3 mêr in.

Raporê bal kişand ser keda jinan û destnîşan kir ku jin li gorî mêran 2 qat û nîvan zêdetir dixebitin lê tenê xwediyê ji sedî 64ê mafên yasayî ne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî bal kişand ser wê yekê ku sûda hemû kesî di bipêşketina jinan de heye lê mafên jinan rastî êrişan tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst