Li Kerkûkê êriş: Kuştî û birîndar hene

07-06-2024
Nîşan Jin Kuştin Rapor Gulan Kerkûk Polîs Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Du motorsiwaran li navenda Kerkûkê li nêzîkî Qada Karkeran gule li polîsan reşandin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed dane, polîsek hatiye kuştin û yek hatiye birîndarkirin.

Herdî Mihemed da zanîn ku êrişê li Bazara Mezadzaneyê ya Kevin rû daye û êrişkar reviyane.

Hêzên ewlehiyê li dûv wan çûne û piştî ku cihê wan hatiye tesbîtkirin yek ji wan hatiye kuştin û yek jî bi birîndarî hatiye girtin.

Herdî Mihemed diyar kir, navê polîsê ku hatiye kuştin Geylan Adil e û navê polîsê birîndar jî Elî Erkan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst