Trump: Xeyn ji lihevhatinê ti rê li pêşiya Ukraynayê nîne

07-03-2025
Nîşan Trump Şerê Rûsya û Ukraynayê Xeze Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Ukrayna dixwaze lihevkirinekê bike ji ber ku bi ya min ti vebijêrkên wan ên din nînin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di merasîma îmzeyê ya li Ofîsa Oval de, ji rojeva Rûsya-Ukraynayê bigire heta Rojhilata Navîn çend mijarên siyaseta derve nirxandin.

“Ukrayna dixwaze lihevkirinekê bike”

Trump diyar kir ku di 2 rojên dawî de di hevdîtinên bi Rûsya û Ukraynayê re de bipêşveçûneke mezin hatiye qeydkirin û got:

"Ukrayna dixwaze lihevkirinekê bike ji ber ku bi ya min ti vebijêrkên wan ên din nînin.

Ez difikirîm ku Rûsya jî dixwaze lihevkirinekê bike."

Serokê Amerîkayê her wiha da zanîn ku derbarê guhertina rewşa yasayî ya 240 hezar koçberên Ukraynayî yên li Amerîkayê de dê di demeke nêzîk de biryarekê bide.

NATO

Trump daxuyand ku Amerîka gelek pereyan NATOyê lê mesrefê welatên din jî ji ya ku divê bibe kêmtir e û li pey çû:

"Min got, 'Eger hûn pereyan nedin em dê we we neparêzin.'

Min ev yek beriya niha bi 7 salan got û ji ber vê yekê wan bi sed milyonan dolar dan.

Wan pirsî, 'Eger em deyndar bin, ma hûn dê me biparêzin?' Min jî got, 'Na, ez dê we neparêzim.'

Ez di wateya potensiyel de NATOyê baş dibînim lê rewşa pereyê di NATOyê de gelekî neheq e."

Donald Trump anî zimên ku hinek welat mesrefên xwe yên parastinê bi xwe didin û li hemberî vê jî di bazirganiyê dek û dolaban li serê Amerîkayê digerînin.

"Em bi Hemasê re hevdîtinan dikin"

Trump li ser nûçeyên derbarê hevdîtinên navbera Amerîka û Hemasê de jî nirxandin kir û got:

"Em bi Hemasê re hevdîtinan dikin. Em di van hevdîtinan de alîkariya Îsraîlê dikin. Em pereyan nadin Hemasê."

Trump diyar kir ku divê Hamas Xezeyê bi rê ve nebe û divê hemû dîlên di destê xwe de berde.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst