4 koçberên Kobaniyî xeniqîn; koçberê rizgarbûyî behsa çîroka xwe kir

06-10-2022
RÛDAW
4 koçberên Kobaniyî xeniqîn; koçberê rizgarbûyî behsa çîroka xwe kir
4 koçberên Kobaniyî xeniqîn; koçberê rizgarbûyî behsa çîroka xwe kir
Nîşan Koçber Cezayîr Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 4 kesên xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê di encama binavbûna belemekê de ku ji Cezayîrê diçû Spanyayê canê xwe ji dest dan, ji bilî wê belemê belemeke din şeva Duşemê di navbera Cezayir û Spanyayê de niqum bibû. Di belema ku 7 koçber tê de hebûn, 3 ji wan rizgar bûn, yek ji wan kesên ku rizgar bûne Rêdal Mihemed e û ew bi deng beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa çîroka xwe kir.

Di belema yekem de 7 kes hebûn, ji wan 4 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kesên din rizgar bûn.

Di belema duyem de 16 kes hebûn ku piraniya wan ji Kobanî bûn.

Rojnamevan Baran Misko ku ji Kobanî ye ji Rûdawê re got, Di wê belemê de tenê du kes rizgar bûne û niha li Zindana Wehranê de girtî ne û 14 kesên din jî wendayî ne.

Baran Misko her wiha diyar kir, niha termê 14 koçberan di nexweşxaneya bajarê Wehranê de ne, hîn Hikûmeta wî welatî navên wan eşkere nekiriye lê wan piştrast kiriye ku 4 ji wan xelkê Kobanî ne ku ev in: Xelîl Selman, Cuma Xelîl, Remo Ehmed û Mihemed Xelîl in.

Di belema ku 7 koçber tê de hebûn, 3 ji wan rizgar bûn, yek ji wan kesên ku rizgar bûne Rêdal Mihemed e û ew bi deng beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa çîroka xwe kir.

Rêdal Mihemed li ser bûyera niqûmbûna belema wan ji Rûdawê re anî ziman, “Em du kes ji Kobanî bûn, ez û kalekî bûn, xortekî ji Serê Kaniyê bû yê din jî 4 ji Kobanî bûn. Em paşê bûne 6 kesê ji Kobanî û kesekî ji Serê Kaniyê. Em bi teksiyê birine ber avê, em piştî demjimêrekê ji cebel daketin. Em hêdî hêdî bi veşartinê em daketin gihîştine ber behrê, ji bo em şil nebin em ser keviran re birin. Her carê 6 kes birin nav tunelekê, em derdora demjimêrekê di tunelê de man.”

Rêdal Mihemed her wiha got, “Piştî 1-2 demjimêran yaxteke biçûk hat, her carê 6 kes birin û bîdonên benzînê jî paşê anîn. Em bi rê ketin, piştî 5-6 xulekan em nêzikî 400 metreyan dûr ketin me dît ku nigên şil bûn, piştî demekê av gihîşte solên me. Şofêr li dora xwe nihêrî, me bihîst ku ji binê belemê dengê şikandinê tê, em nizanin ku çi lê ketiye, her deng jê dihat. Piştî nîv xulekekê pêşiya belemê şikest, kete avê, bi ser me de hat û me jî xwe bi pê girt.”

Rêdal Mihemed anî ziman, “Paşê belemeke biçûk hate dû me, me hemûyan xwe lê kir lê em giran bûn, lewma ew jî binav bû. Her çend gotin bisekinin her carê ez ê çend kesan bibim jî lê me sebir nekir. Piştî ku ew jî niqûmî me xwe pê de girt lê paşê bi temamî binav bû û her yek bi cihekî de ketin. Em nêzîkî demjimêrekê di behrê de man, me li ber xwe da û paşê çirayek nêzîkî me hat, hat bi destê me girt. Em derxistin û bire peravê danî. Got hûn herin xwe xilas bikin. Em ê herin li hevalê we bigerin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst