Hinek xortên ji Kobaniyê li Cezayîrê hatine girtin

22-08-2024
RÛDAW
Hinek xortên ji Kobaniyê li Cezayirê hatine girtin / Wêne: Rûdaw
Hinek xortên ji Kobaniyê li Cezayirê hatine girtin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Kobanî Xort Cezayîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berî 2 salan, hinek xortên ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê î bi qaçaxî çûn Libnanê û wa niha li Cezayîrê di zîndanê de tên girtin.

Ew xort ji Libnanê çûn Lîbya û ji Lîbya jî ji bo ku xwe bigihînin Ewropayê derbasî Cezayîrê bûn.

Li Cezayîrê ew xort bûne 2 grûp û wan hewl daye derbasî Spanyayê bibin.

Grûpekê karîbû derbas bibe û xwe gihand Spanyayê.

Lê grûpa din jî ji aliyê hêzên Cezayîrê ve hat girtin û polîsên Cezayîrê ew dersînorkirin û ew avêtin sînorê Nîjerê.

Wan kesan careke din hewl da vegeriyan Cezayîrê û xwest dîsa ji wir bi rêya deryayê xwe bigihînin Spanyayê.

Ew grûp 3yê Tebaxa 2023yan dîsa ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Cezayîrê ve hat girtin.

Lê vê carê salek hukim ji wan re hat birîn û ew xistin zîndanê.

Berî mehekê cezayê wan xilas bû lê ew xort nehatin berdan.

Ew ji zindanê şandine cihekî din, ji wir jî dê wan bişînin Sûriyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst