Berdevkê Pentagonê li ser êrişên Amerîkayê agahî dan Rûdawê

06-02-2024
Nîşan Pentagon Patrick S. Ryder Amerîka Êriş Îraq Sûriye Supaya Pasdaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) da zanîn ku Amerîkayê şeva înê Supaya Pasradan a Îranê û grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê kirine hedef.

Amerîkayê şeva îna borî li Îraq û Sûriyeyê êrişî 85 baregehên grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê kiribû.

Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder li ser van êrişan agahî dan Tora Medyayî ya Rûdawê.

Patrick S. Ryder li ser cihên ku Amerîkayê êrişî wan kiriye got:

“Cihên ku me kirine hedef ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê û grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê ve, di êrişên ku hêzên me bûne hedef de hatine bikaranîn.”

Hedefa êrişan çi bu?

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bi bîr xist ku Îraq dibêje di van êrişan de sivîl û cihên sivîlan bûne hedef.

Berdevkê Pentagonê amaje pê kir ku wan cihên sivîlan nekirine hedef û wiha axivî:

“Me bi taybetî ew cihên ku ji wan êrişî Amerîkayê tê kirin, diyar kirin.

Cihên ku me êrişî wan kiriye navêndên fermandariyê, navêndên operasyonan, cihên berhevkirina agahiyên îstixbaratî, herwiha depoyên mûşek, dronan û cebilxane bûn.

Bala me li ser wê yekê ye ku em hêza wan grûpan a êrişkirinê bişikînin.”

 Patrick S. Ryder diyar kir wan êrişî Heşdî Şebiyê nekiriye û hedefa wan grûpên nêzîkî Îranê ne.

28ê Kanûna Paşîn a 2024an jî li Urdunê di êrişeke bi dronan de sê leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin û 41 leşkerên wê jî birîndar bûbûn.

Amerîkayê jî wekî bersivdayînekê 2yê vê mehê êrişî grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraq û Sûriyeyê kiribû.

Çavkaniyên xwecihî wê demê ragihandibû ku di van êrişên Amerîkayê de tenê li Sûriyeyê 23 çekdarên alîgirên Îranê hatine kuştin.

Îraqê jî dabû zanîn ku 16 çekdarên Heşdî Şebiyê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst