Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê ragihand ku divê welatên rojavayî derbarê desthilata nû ya Sûriyeyê ya piştî rûxîna rejîma Beşar Esed "saf nebin" û soz da ku welatê wî dê pişta şervanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bernede.
Piştî ku di rojên dawî yên sala borî de rejîma Beşar Esed ji aliyê hêzên mixalefeta Sûriyeyê ve hat rûxandin, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, îro di axaftineke xwe de ji bo dîplomatkar û balyozên welatê xwe got, "Divê em bi awakî saf li guhertina rejîmê ya li Sûriyeyê nenêrin."
Her wiha derbarê şervanên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê de jî axivî û ew wekî "şervanên azadiyê" bi nav kir û dibêje, Fransa pişta "şervanên azadiyê yên wekî Kurdan" bernade ku li dijî komên tundrew ên li Sûriyeyê şer dikin.
Ev gotinên Serokkomarê Fransayê piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Fransayê ya ji bo Sûriyeyê tên ku roja 3yê vê mehê pêk hat.
Wezîrê Fransî piştî civîna xwe ya bi Serokê desthilata nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer re li Şamê, ragihand ku divê li bakurê Sûriyeyê çek bêdeng bibin û çareseriya siyasî bi hevpeymanên me re ku Kurd in, bê kirin. Wezîrê Fransî got jî, "divê agirbesta berdewam li bakurê Sûriyeyê bê bicîkirin."
Derbarê pirsa Îranê ya li Rojhilata Navîn de, Macron ragihand, "niha, Îran pirsgirêka sereke û stratejîk e ji bo Fransa, ji bo Ewropiyan û tevahiya herêmê."
Herwiha Macron amaje bi wê yekê jî kir ku pirsa Îranê mijareke sereke ya welatê wî dê be digel rêveberiya nû ya Donald Trump, Serokê hilbijartî yê Amerîkayê.
Biryar e vê mehê li Parîsa paytexta Fransayê lûtkeyeke taybet ji bo rewşa Sûriyeyê û paşeroja wî welatî bê lidarxistin, tê de dê nûnerên welatên cîranên Sûriyeyê û welatên têkildar bi pirsa Sûriyeyê beşdar bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse