Hewlêr (Rûdaw) - Li daristana Dunkirkê ya Fransayê, êrişkarekî çekdar derbasî kampeke penaberan bû û 2 koçberên Kurd kuştin û çend kesên din jî birîndar kirin.
Bûyer îro bi dema Hewlêrê saet 19:30î qewimî.
Çalakvan û rojnameger Rênc Peşderî ji Rûdawê re bûyer piştrast kir û got:
"Êrişkar welatiyê Fransayê bû. Bi otomobîla xwe derbasî kampa Dunkirkê bû.
Pasevanên ewlehiyê û kesên li wir hewl da wî bidin sekinandin lê êrişkar çeka xwe derxist û gule li koçberên kampê reşandin."
Rênc Peşderî da zanîn ku di êrişê de 2 koçberên ji Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û got:
“Navê yekî Hadî, navê yê din jî Mihemed e lê heta niha nasname û hejmara birîndaran nayê zanîn.”
Ev koçberên ku li daristana Dunkirkê ne, hêvî dikin ku derbasî Brîtanyayê bibin.
Bi gotina Rênc Peşderî, êrişkar kariye ji cihê bûyerê bireve û tevî ku bi zelalî ji aliyê kamerayan ve hatiye tomarkirin jî heta niha nehatiye girtin.
Daristana Dunkirkê 235 kîlometreyan li bakurê paytexta Parîsê ye û wekî cihê qaçaxçiya koçberan û komkirina wan tê zanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse