Wezîrê Karên Derve yê Fransayê: Kurd birayên me ne û em dev ji wan bernadin

05-02-2025
RÛDAW
Jean-Noel Barrot /Wêne: Arşîv
Jean-Noel Barrot /Wêne: Arşîv
Nîşan Jean-Noel Barrot Fransa Kurd Rojavayê Kurdistanê Danielle Simonnet HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li parlamentoya welatê xwe piştgiriya xwe ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê dubare kir û got, "Kurd di çekhelgirtinê de birayên me ne û em dev ji wan bernadin."

Jean-Noel Barrot, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê di civîna Parlamentoya Fransayê ya roja sêşemê de li ser Rojavayê Kurdistanê bersiva hejmarek parlamenteran da.

Di civînê de li ser Kurdên Rojava pirs ji wezîrê Fransî hat kirin, di bersivê de got, "Spas ji bo ku hûn rêzê li Kurdan digirin. Kurd hevalbendên me yên dilsoz in, di çekhelgirtinê de birayên me ne û em dev ji wan bernadin."

Barrot got, "Ji 8ê Kanûna Pêşîn ve, hêviyek nû li Sûriyeyê derketiye, bêguman divê em bibêjin ku pêwîst e Kurd bi tevahî beşdarî pêvajoya bidestxistina nasnameya xwe ya neteweyî û welatîbûna nû bibin ku divê li vî welatî were bicihkirin."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê amaje pê kir ku berî serdana Mezlûm Ebdî ya Şamê, wan navbeynkarî di navbera HSD û Tirkiyeyê, her wiha HSD û desthilata nû ya Sûriyeyê de kiriye.

Roja 13ê vê mehê li Fransayê konferanseke taybet a li ser Sûriyeyê tê lidarxistin. Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê û wezîrên karên derve yên hejmarek welatan dê beşdarî konferansê bibin.

Parlamentera Fransayê Danielle Simonnet ku yek ji wan kesan bû ku 13ê Kanûna Paşîn a 2025an bi şandeyeke Fransî re çûbû Rojavayê Kurdistanê.

 Danielle Simonnet di civîna parlamentoyê de behsa serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê kir û ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot helwesta Fransayê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê pirsî.  

"Desthilata Esed rûxiyaye lê şer berdewam e"

Parlamentera Fransî Danielle Simonnetê di pirsa xwe de wiha got:

"Pirsa min ji Wezîrê Karên Derve ye. Navên wan Maya û Bêrîtan bû. Li goristana şehîdên Kobaniyê ya ku ji aliyê DAIŞê û piştre ji aliyê Tirkiyeyê û komên çekdar ên ku ew piştgiriyê dide wan ve hatine kuştin, wan gorên hevalên xwe yê ku hefteya borî li Bendava Tişrînê hatibû kuştin, nîşanî me dan.

Desthilata Esed rûxiyaye lê şer berdewam e. Em bi şandeya Eniya Gel a nû re ji bo 10emîn salvegera rizgarkirina bajêr çûn Kobaniyê.

Beriya 10 salan hemû civaka navneteweyî silav li wêrekiya Kurdên ku DAIŞ têk birin dikir.

"Em dixwazin bêdengiya heman civaka navneteweyî bişkînin"

Îro em dixwazin bêdengiya heman civaka navneteweyî bişkînin, dema ku komên çekdar ên îslamîst ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan êrişî Bendava Tişrînê dikin ku ji aliyê hêzên çekdar û xelkê sivîl, bi taybetî jin, tê parastin.

"Divê Tirkiye êrişên xwe yên ku li dijî qanûna navneteweyî rawestîne"

Divê Tirkiyeya Erdogan êrişên xwe yên ku li dijî qanûna navneteweyî ne û sînorên Sûriyeyê derbas dikin, rawestîne. Divê em daxwaza herêmeke dijefirîn, agirbestê û siza û dorpêçan bikin.

Ji nav hemû rêberên ku me hevdîtin bi wan re pêk anî, Fransa yek ji wan welatan e ku herî baş piştgirî daye.

"Îro ew ditirsin ku bên terikandin"

Lê îro ew ditirsin ku bên terikandin. Di heman demê de hikûmeta nû ya Sûriyeyê daxwaz ji YPG, YPJ û HSDyê dike ku çekên xwe deynin tevî ku ew rastî êrişên Tirkiyeyê tên.

Daxuyaniyên Hikûmeta Sûriyeyê ya ku dibêje divê jin ne di artêşê de bin û divê li malê bimînin, tirsa têkçûneke mezin ji bo mafên jinan zêde dike.

"Gelo dê Rêveberiya Xweser were vexwendin?"

Serokê Fransayê 13ê Sibatê konferanseke li ser Sûriyeyê ragihand.

Gelo dê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were vexwendin? Gelo Fransa dê bêyî destwerdanê piştgiriyê bide daxwazên wan ên ji bo Sûriyeyeke yekgirtî û serbixwe ya ku rêzê li xweseriya her herêmê û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê digire?

Peymana wê ya civakî ku li ser bingeha beşdariya demokratîk a hemû civakan, Kurd, Ereb û Suryan, wekheviya jin û mêr û tevlêbûna wan a demokratîk di hemû qadên civakî û artêşê de ye, ji bo tevahiya Sûriyeyê derfeteke girîng e ji bo avakirina pêvajoyeke berfireh.

Hevkarên hêja, em ji avakirina wan a siyasî, demokratîk û femînîst gelek tiştan fêr dibin. Em slogana wan a 'Jin, Jiyan, Azadî' ji bîr nekin."

"Kurd birayên me yên şer in û em dev ji wan bernadin"

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bersiv da pirsa Danielle Simonnet û wiha anî ziman:

"Spas, birêz serok û parlamenterên hêja. Spas ji bo ku hûn rêzê li Kurdan digirin. Kurd hevalbendên me yên dilsoz in, birayên me yên şer in û em dev ji wan bernadin.

Pirsa we dide zanîn ku tiştên di van 13 salên borî de li Sûriyeyê qewimîne, bandoreke rasterast li ser jiyana rojane ya welatiyên me kiriye.

Ji ber çewsandina bi xwîn a ku Beşar Esed li dijî gelê xwe rêxistin kiribû, encama wê ya rasterast bû sedema vejandina metirsiya terorîstên DAIŞê ku me li kêleka hevalbendên xwe yên Kurd bi awayekî bêrawestan şerê wan kir.

"Divê Kurd beşdarî pêvajoya bidestxistina nasnameya xwe ya neteweyî bibin"

Ji 8ê Kanûna Pêşîn ve, hêviyek li Sûriyeyê heye û divê em bibêjin ku divê Kurd bi tevahî beşdarî pêvajoya bidestxistina nasnameya xwe ya neteweyî û welatîbûna nû ya ku divê li vî welatî were sepandin bibin.

"Me bang kir ku ji bo Kobaniyê agirbest were ragihandin"

Ji ber vê yekê me ji destpêka bûyeran ve bangî rayedarên Tirk û rayedarên nû yên demkî yên Şamê kir ku agirbest ji bo Kobaniyê were ragihandin, da ku Kurd nekevin bin zexteke ku nayê tehemilkirin, digel wê aloziya ku piştî rûxandina desthilata Beşar Esed, bi neçarî metirsiya wê çêdibe.

"Kurd bûn ku ew girtîgehên terorîst tê de ne parastin"

Dixwazim bi bîr bînim ku li bakurê rojhilatê welat ji bilî şerê li dijî DAIŞê, Kurd bûn ku bi wêrekî ew girtîgehên ku îro bi deh hezaran terorîst û malbatên wan tê de ne, parastin.

Navbeynkariya navbera Mezlûm Ebdî – Tirkiye û Şamê

Ji ber vê yekê me navbeynkariya di navbera General Mezlûm Ebdî û Tirkiyeyê de, heta berî çûyîna Şamê hebû û me navbeynkariya di navbera General Mezlûm û desthilata veguhêz a li Şamê de hêsan kir.

Ji bo vê yekê jî, me navbeynkarî di navbera Kurdên Sûriyeyê û Kurdên Îraqê de hêsan kir, da ku hev xurt bikin.

"Kurd dê beşdarî konferansa li Parîsê bibin"

Ez ji we re piştrast dikim ku di 13ê Sibatê de, hefteya bê li Parîsê, Kurd dê beşdarî vê konferansê bibin ku armanca wê ew e ku careke din daxwazên me yên ji bo vê veguhestinê bên bihîstin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst