Biden li ser êrişa li stasyonên petrolê yên Îranê pêşniyarek li Îsraîlê kir

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serokê Amerîkayê Joe Biden Îsraîl Îran Benjamin Netanyahu Hizbulaha Libnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Joe Biden pêşniyar kir ku Îsraîl êrişî stasyonên petrolê yên Îranê neke.

Biden diyar kir ku ew li cihê Îsraîlê bûya li cihê stasyonên petrolê dê êrişî cihên din bikira û dê li alternatîfên din binêriya.

Joe Biden li ser rageşiya li Rojhilata Navîn îhtimala êrişa Îsraîlê ya li dijî stasyonên petrolê yên Îranê axivî.

Joe Biden behsa êrişa Îsraîlê kir û wiha got:

“Îsraîlî negihiştine wê encamê ku bê ka dê çi bikin. Ew mijar hîn tê gotûbêjkirin.

Ez li cihê wan bûma, li cihê bombebarana stasyonên petrolê ez dê li alternatîfan din bifikiriyama.”

Joe Biden di berdewamiya axaftina xwe de behsa şerê li Rojhilata Navîn kir û amaje bi wê yekê kir ku Hizbulaha Libnanê û Hûsiyên Yemenê astengên aştiyê ne.

1ê Çiriya Pêşînê Îranê zêdetirî 180 mûşek avêtin Îsraîlê.

Heman rojê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser êrişa Îranê da zanîn:

“Îranê xeletiyeke mezin kir û dê berdêla wê bide!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst