Îsraîlê pêşniyara agirbestê ya bi Hizbulaha Libnanê re pesend kir

26-11-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hizbulaha Libnanê Agirbest Amerîka Joe Biden
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Îsraîlê pêşniyara agirbestê ya bi Hizbulaha Libnanê re pesend kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, “Ez bi parastina şêniyên bakurê Îsraîlê pabend im.”

Kabîneya Şer a Îsraîlê pêşniyaza agirbesta gotûbêj kir û piştî civînê Benjamin Netanyahu da zanîn ku kabîneyê pêşniyaza agirbestê pesend kir.

Netanyahu piştî civîna kabîneyê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist û diyar kir ku dê pêşniyaza agirbestê pesend bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê amaje bi wê yekê jî kir ku heger Hizbulah xalên agirbestê bin pê bike dê Artêşa Îsraîlê bi tûndî berisvê bide Hizbulahê.

Benyamin Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe jî de amaje bi wê yekê kir ku ev agirbest tê wê wateyê ku êdî ew dikarin li ser gefên Îranê bisekinin.

“Em dê berê xwe bidin Îsraîlê”

Netanyahu behsa şerê Xezeyê jî kir û wiha got:

"Me rûyê Rojhilata Navîn guhert. Ev agirbest tê wê wateya ku em dikarin li ser gefên Îranê bisekinin."

Li aliyê din Koşka Spî jî di daxuyaniyekê de ragihand, biryar e Serokê Amerîka Joe Biden dê li ser hûrgiliyên agirbestê daxuyaniniyekê bide.

Li gorî medyaya Îsraîlê dê agirbest sibê agirbest dest pê bike.

Li gorî ajansên navneteweyî dê çekdarên Hizbulahê Libnanê heta 2 mehan ji sînorê Libnanê vekişin.

Li gorî pêşniyaza Amerîkayê, qonaxa yekem a agirbestê dê 2 mehan berdewam bike û di wê çarçoveyê de dê çekdarên Hizbulahê ji navçeyên başûrê Lubnanê  û ji ser sînorê Îsraîlê û ji başûrê çemê Lîtanî vekişin.

Artêşa Libnanê dê li ser sînorê Îsraîlê bi cih bibin

Artêşa Libnanê jî dê li ser sînorê Îsraîl û Libnanê bi cih bibin.

Çemê Lîtanî li Geliyê Beqayê ye û bi qasî 20 kîlometreyan dûrî sînorê Îsraîlê ye.

Xaleke din a pêşnûmeyê jî ew e ku heger binpêkirinek were kirin, mafê Artêşa Îsraîlê heye ku li nav axa Libnanê operasyonên leşkerî pêk bîne.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê îro eşkere kiribû ku mijara serekî ya Wezîrên Karên Derve yên G7ê agirbesta Libnanê ye.

Annalena Baerbockê da zanîn ku hemû alî nêzîkî agirbestê bûne.

Wezîrên Karên Derve yên G7ê ku 7 welatên aboriya wan herî mezin ên cihanê ne li Floransaya Îtalyayê civiyabûn.

 Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani jî amaje bi wê yekê kir ku Îtalya amade ye roleke zêdetir a aştiyê li Libnanê wergire.

Cara ewil Wezîrên Karên Derve yên Erebistana Siûdî, Misir, Urdun, Îmarat, Qeter û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî jî tevlî civîna Wezîrên Karên Derve yê G7yê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst